Komeleya Piştevaniya Mor hat mohrkirin
- 12:37 3 Kanûn 2019
- Rojane
HATAY - Komelya Piştevaniya Mor a Antakyayê hat mohrkirin.
Li Hataya Komeleya Piştevaniya Mor a Antakyayê hat mohrkirin. Komeleyê di parvekirina xwe ya li ser înternetê de rewş ragihand. Parvekirina Piştevaniya Mor wiha ye:
"Têkoşîna jinê nikare bê mohrkirin! avahiya komeleya me ya piştevaniya mor a Antakyayê hat mohrkirin. Em pêkanînên we yên bê bingeh qebûl nakin. Heta ku ji bo jinan cîhaneke wekhev û azad neyê avakirin wê têkoşîna me berdewam bike."