Komeleya Piştevaniya Mor hat mohrkirin 2019-12-03 12:37:43   HATAY - Komelya Piştevaniya Mor a Antakyayê hat mohrkirin.    Li Hataya Komeleya Piştevaniya Mor a Antakyayê hat mohrkirin. Komeleyê di parvekirina xwe ya li ser înternetê de rewş ragihand.  Parvekirina Piştevaniya Mor wiha ye:   "Têkoşîna jinê nikare bê mohrkirin! avahiya komeleya me ya piştevaniya mor a Antakyayê hat mohrkirin. Em pêkanînên we yên bê bingeh qebûl nakin. Heta ku ji bo jinan cîhaneke wekhev û azad neyê avakirin wê têkoşîna me berdewam bike."