Corcêt Bersûm: Mafê me heye ku em azad bijîn

  • 09:02 15 Mijdar 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Corcêt Bersûm, derbarê êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina deverên aram nirxandin kir. Corcêtê diyar kir ku divê êrîşên dewleta tirk demildest bi dawî bibe û wiha got: "Êrîşên tirkiyeyê li dijî wekheviya jiyana gelan û destkeftiyên şoreşa jinê ye. Ermenî jî di nav de divê hemû gel ji êrîşan re hişyar bin da ku em nebin qurbanên ji komkojiyeke nû re." 
 
Derbarê êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina gelên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha komkojiyên dîrokî yên ku derheqê gelan de hatiye kirin, Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Corcêt Bersûm nirxandinên girîng kir. Corcêtê got: "Em dixwazin bi rengekî edaletî doza me were çareserkirin. Mafê me heye ku em êdî azad bijîn. "  
 
'Êrîşên tirkiyeyê komkojiyên dîrokê dubare dike' 
 
Corcêtê wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Demeke dirêj bû ku dewleta tirk a dagirker gefên xwe li ser herêmên me didameşandin. Tehdîdên tirkiyeyê her demê dewam kiriye. Dewleta tirk bi alîkariya çeteyan derbasî herêmê bû, tevî ku  tu kes ji welatên herêmê vê dagirkeriyê naxwaze. Tiştên ku li ser herêmên me de hatin kirin sûcên mirovahiyê ye. Komkujiyên qirkirinê di dîrokê de  dîsa dubare bûn. Gelek aliyên neyînî yên van êrîşan hebûn. Yek jê êrîş li ser wekheviya jiyana gelan hat kirin a din jî li dijî destkeftiyên şoreşa jinê bû. Şoreşa jinê jiyan zindî kir." 
 
'Êrîşên tirkiyeyê êşên komkujiyên qirkirinê zêde dikin' 
 
Corcêt di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser êşê dîrokê yên ku hatine jiyîn û tên dubarekirin û wiha domand: "Êrîşên ku çêbûn di destpêkêde  weke  şerekî derûnî hat kirin. Gel kirin nava metirsiyê û pêlên jiyana mirovan dixwestin rawestînin. Em hemû dizanin ku ev êrîş ne tenê li dijî kurdan bû. Darbeya yekemîn ji van êrîşan li taxa Suryanan ket û di encamê de jineke Suryan ji Qamişloyê  jiyana xwe ji dest da. Em weke gelê Suriyan gelek êş tên bîra me. Êşên komkujiyên ku derheqê me de hatin kirin jî di encama fikrê hovîtî yê dewleta tirk a Osmanî bû. Tiştê ku îro li ber çavan diqewime vê dide diyarkirin ku tirkiye dixwaze gelê ermeniyan careke din qir bike. Loma jî êrîşî ser gundewarên Tiltemirê yên gelê mesîhî tên kirin." 
 
'Divê Ermenî bi leyistokên dewletan neyên xapandin'
 
Corcêtê wiha dewam kir:  "Ger em dîroka dewleta tirk a qirêj bînin pêş çavan di dîrokê de Ermenî hatine qetilkirin. Komkujiyên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin li dijî zagonên mirovatiyê ye. Berî demekê kongrêsê Amerîka li ser komkojiyên derheqê Ermeniyan de tirkiyê sûcdar kir. Lê niha ji bo pêşî li komkujiyên nû bên girtin jî dengê xwe dernaxin. Ev tenê wateya wê heye dixwazin sûcên tirkiyeyê bi bûyerên kevnar binuxwimînin. Çima heta niha hesab ji tirkiyeyê nehatiye pirsîn? Ji bo pêşî li komkujiyên nû bên birîn divê hemû cîhan dengê xwe bilind bikin."
 
'Mafê me heye ku êdî em azad bijîn' 
 
Corcêtê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bûyerên dîrokî derheqê me de pir in. Em gelekî aştîxwaz in tu zerare me li ser tu welatan tune ye. Em dixwazin bi rengekî edaletî doza me were çareserkirin. Daxwaza min ew e ku bi awayekî aştiyane pirsgirêk werin çareserkirin. Banga me ji hemû rêxistinên navneteweyî û bi taybet yên jin ku pişgirtiya berxwedana gelê me bikin ew e ku li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin. Mafê me heye ku em êdî azad bijîn."