Nûr Şêxo: Em dixwazin vegerin mal û bajarê xwe

  • 09:01 15 Mijdar 2019
  • Rojane
Necah Miîş-Xedîr Elebas
 
HESEKÊ - Gelek malbatên Serêkaniyê koçber bûn û heta niha gelek zehmetiyan di jiyana xwe de dibînin. Nûr Şêxo têkildarî êrîşên li ser Rojava wiha got: "Jiyana me gelekî zehmet bûye. Em dixwazin vegerin mal û bajarê xwe."
 
Ji ber êrîşên dewleta tirk di 9'ê Cotmehê de, bi hezaran şêniyên Serêkaniyê ji neçarî koçber bûn û berê xwe dan deverên bi ewle. Niha jî piraniya sivîlan li dibistanê Hesekê bi cih dibin. Yek ji wan jî Nûr Şêxo ye. Tevî malbata xwe koçber bû. Dema balafiran Serêkaniyê bombebaran  kir ji bo zarokê wê netirsin û tiştek bi wan neyê derketin. Nûrê êşên ku li Serêkaniyê dît, bi me re parve kir.
 
'9'ê cotmehê roja reş e'
 
Nûr da zanîn ku 9'ê Cotmehê jê re bûye rojeke reş û wiha domand: "Derketina min ji Serêkaniyê di dilê min de êşeke pir mezin çêkir. 9'ê Cotmehê bûye rojeke reş, qet ew roj nayê jibîrkirin. Dema bi balafiran êrîşî me kirin, ji ber ku erebeya me tune bû em bi meşê derketin. Di nîvê rê de erebeyek me bi xwe re bir bajarê Hesekê, ji ber ku tu kesên me li Hesekê tune ye em rojekê li kolanan razan."  
 
'Çavên wan li dewlemendiya Rojava ye'
 
Nûr da zanîn ku ger Emerîka piştgirî nedaba Erdogan nedikarî derbasî axa wan bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Trump û Erdogan li dijî kurdan bûn yek. Gotinek pêşiyan heye dibêje: 'Nan û xwêya leşkeran ser lingê wan e.' Lê di vir de xuya dibe nan û xwê ya Trump ser lingê wî ye. Heger Emerîka sînor vala nehiştiba tirkî nikarîbû gavekê biavêje ser axa me, hemû dewlet çavên wan li dewlemendiyên Rojava ye. Emerîka me firotin, kesî kurdan tune ye."
 
'Yekîtiya gelan hedef digirin'
 
Nûrê bal kişand ser wekheviya di navbera gelan de û wiha pê de çû: "Berî van êrîşan Kurd, Suryan, Ermen û Ereb bi hev re dijiyan. Em cîran bûn. Zarokên me bi hev re dilîstin û diçûn dibistanê jiyana me pir xweş derbas dibû. Lê Erdogan bi êrîşan yekîtiya di navbera me de hedef digire. Erdogan hey bê wijdan, çima tu êrîşê xaka me dike? Ma qeyî tirkî têra te nake. Wek çawa te me ji malê me derxist û kezeba me şewitand, înşala wê kezeba te jî bişewite. Ez dixwazim Erdogan bê darizandin û bajarê tirkiyê bi ser serê wî de bê xwarê, tenê ji bo bi êşa me hîs bike."
 
'Min bêriya mal û bajarê xwe kiriye'
 
Nûr qal kir ku ne ji saziyên xweser ba niha wê li kolana birçî û tî ba na: "Ez spasiya saziyên xweser dikim, ne ji alîkariya wan bûya heya niha ez ê li kolanan tî û birçî bûma. Jiyan li dibistanan pir zor e, em jiyana xwe ya berê dixwazin. Min gelekî bêriya mal û bajarê xwe kiriye."
 
'Serêkaniyê ya me ye'
 
Nûrê di dawiya axaftinên xwe de ev tişt ragihand: "Hêvî dikim tu kes berê xwe nede Başûr yan welatên din. Em ê hemû êş û serma zivistanê tehemûl bikin, ji ber ku em bawer in Serêkaniyê dîsa bê rizgarkirin. Serêkaniyê tenê ya me ye, em wê di destê çeteyan de nahêlin."