Muazzez Orhan: Em li dijî êrîşan serî radikin

  • 16:59 14 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan derbarê çalakiya TJA'yê ya di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ku xwest belavokan belav bike û bi hinceta ku walîtiyê qedexe kiriye hat astengkirin daxuyanî da û got: " Em jin tundiya ku deweta mêr li me ferz dike qebûl nakin û li dijî vê tundiyê serî radikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi minaseta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dîjî Tundiya li Ser Jinê xwestibû belavokan belav bike, lê çalakî ji aliyê Walîtiyê ve hatibû qedexekirin û wekî hincet jî dirûşma "Serî hildin" ku li belavokê hatibû nivîsandin hincet hat nîşandan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan derbarê belavokên ku hatin astengkirin de daxuyanî da. 
 
'Em li dijî her cureyê tundiya li me tê kirin serî radikin'
 
Muazzez diyar kir ku dirûma li belavokê ya "Serî hildin" hincet hatiye nîşandan û got ku bi astengkirinê jî diyar bûye ku dirûmeke çiqas mafdar e.  Muazez wiha got: "Em jin tundiya dewleta mêr ku li me ferz dike qebûl nakirin û serî radikin. Me li her derê li dijî şîdeta ku li me hat kirin serî rakir û em ê serhildana xwe berdewam bikin.  Em ê têkoşîna xwe heta ku em civakê jî biguerin berdewam bikin. Em di 25'ê Mijdarê de bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û li dijî tundiya li ser jinê dengê xwe bilintir bikin."