Ciwanên HDP'ê binçavkirina hevalên xwe şermezar kirin
- 16:14 14 Mijdar 2019
- Rojane
WAN - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Wan binçavkirina endamên meclîsa xwe şermezar kir û xwest hevalên wan bên berdan.
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Wan bi boneya binçavkirina 36 endamên Meclîsa xwe ên li Stenbolê di binçavan de ne civîna çapemeniyê li dar xist û binçavkirin şermezar kir.
Meclîsa Ciwanan a HDP’a Wanê ku li avahiya partiya xwe civîn li dar xist û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Hevserokên HDP’a Wanê Oznûr Bartin û Okeş Kawa beşdarî civînê bûn.
Endamê Meclîsa Ciwanan Bariş Abo daxuyanî da û got ciwanên yekbûyî yên li Kurdistan û Tirkiyê xwe bi hêz kirine di hedefa operasyonên binçavkirinê de ne.
Bariş da zanîn ku bloka AKP û MHP’ê ya faşîst dixwaze xebatên ciwanan têk bibe û niha jî bi rêbazên îşkenceyê dixwaze çavê ciwanan bitirsînin. Bariş diyar kir ku endamên wan ên li Stenbolê hatine binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin û ev îşkence li odeya bê kamera pêk hatiye. Bariş destnîşan kir ku ew ê tevî êriş û îşkenceyê jî xebat û têkoşîna xwe dewam bikin û xwest hevalên wan demildest werin berdan.
Civîn bi berzkirina dirûşma “Bijî têkoşîna ciwanan” bi dawî bû.