Rêxistina Kongreya Star dest bi rêzeçalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê kir

  • 11:47 14 Mijdar 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê bi hatina 25'ê mijdarê roja  têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, dest bi rêzeçalakiyan kirin û dê civîn li hemû deverên Kantona Şehbayê were lidarxistin.
 
Bi munasebeya hatina 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, Rêxistina Kongreya Star dest bi çalakiyên xwe kirin. Ev çalakî ji bo hişyarkirina jinan û rastiya tundiyê û têkoşîna li dijî tundiyan bi wan didin nasîn. Kongreya Star civîn li gundê Babinês a Şehbayê li dar xist. Civîn ji aliyê Endama Kongreya Star Hemîde Muhemed ve hat birêvebirin. 
 
Civîn bi beşdarbûna nêzî 100 jin li hola gundê babinês hat lidarxistin. Bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Di civînê de nîqaş derbarê tundiya ku li ser jinê tê kirin, hat kirin. Derbarê vê mijarê de jinan nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Divê hemû jin dakevin qadan û serî li hember tundiyê hildin'
 
Endama Kongreya Star a Herêma Efrînê Hemîde Muhemed diyar kir ku di 25'ê mijdarê de dibê hemû jin serî li hember tundiyê hildin û wiha domand: "Roja 25'ê mijdarê weke têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hatiye ragihandin. Tundî li hundir û derveyî malê li ser jinan tê meşandin. Dewlet jî hemû cureyên tundiyê li ser jinê dimeşînin û weke amûrekê ji xwe re bi kar tînin. Dewleta tirk jî kiryarên herî hov bi laşê pakrewanên me kir, ev jî cureya tundiyê ye. Her jinek serî li hember dijmin hildayî rastî tundiyê hatî. Em weke Kongreya Star ji hemû jinana bi rêya civînan û semîneran hişyar bikin û tundî û cureyên wê bi wan bidin nasîn. Divê hemû jin jî roja 25'ê Mijdarê dakevin qadan û serî li hember tundiyê hildin."
 
'Jin rû bi rû bi tundiyê re dijîn'
 
Hevseroka Komîna gundê Babinês Rebîe Ehmed ya ku beşdarî civînê bûye wiha got: "Em jin êdî li hember dijmin û tundiya dijmin bisekinin û destê xwe bikin yek, ji bo ku em vê tundiyê di nava xwe de têk bibin. Erdogan bi awayekî tund jinan qetil dike û bi laşên wan dilîzin. Jin rû bi rû bi tundiyê û koletiyê re dijîn, em ê li dijî vê êrîşê rabin ser piyan û serî hildin."
 
'Jin bingeha civakê ye tu carî naşkê'
 
Berdevka Kongreya Star a gundê Babinêsê Naziliyê Xelîl da zanîn ku dijmin her gav jinan hedef digire ji ber ji hêza wê ditirsin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em ê her li ser piya bin ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinê, çi ji me were xwestin em amade ne. Em ê çalakî û meşên xwe tu carî ranewestînin heya ku em digihêjin armanca xwe. Dijmin her jinan hedef digire û tundiyê derheqê wê de dimeşîne ji bo ku îradeya civakê bişkîne, lê tu carî armanca dijmin divê  pêk neyê. Jin bingeha civakê ye û wê her bingeha civakê be."
 
Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
 
Weke tê zanîn civînên ji bo 25'ê Mijdarê li hemû deverên Kantona Şehbayê dest pê kir.