Li Dîlokê serdegirtina malan: gelek kes hatin binçavkirin

  • 11:05 14 Mijdar 2019
  • Rojane
DÎLOK - Li dîlokê di serdegirtinên malan ku serê sibehê hatin kirin de di nav de hevserokên bajêr jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Li Dîlokê li di saetên serê sibehê de bi ser mala endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan de hat girtin û di encamê de Hevserokên DHP'ê yên Bajêr  Muslum Kiliç û Sultan Bayindir, Endamên Meclisa Ciwanan Sultan Ozal û Azîme Bali, Hevserokên Bajêr ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Fadîle Dîkîcî û Abdullah Înce jî di nav de nêzî 50 kes hatin binçavkirin. 
 
Kesên ku hatin binçavkirin birin TEM'ê.