‘Bi qeyûman re projeyên jinan nîvco man’

  • 09:20 14 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Cigira Hevşaredarên Yenîşehîrê Nevriye Çur bertek nîşanê tayînkirinê qeyûman a ji bo şaredariyên Yenîşehîrê da û da zanîn ku projeyên der barê jinan de hebûne lê bi qeyûman re ev proje nîvco mane.
 
Bi talîmata Wezareta Karê Hundir re ji bo şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Yenîşehîrê, Hezro, Hezex û Akpazar a Mezgîrta Dersîmê qeyûm hat tayînkirin. Qeymeqamê Yenîşehîr a Amedê tayînê şaredariya Yenîşehîrê hat kirin. Cigira Hevşaredarên Yenîşehîrê Nevriye Çur, bertek nîşanê qeyûman da û da zanîn ku xizmetên jinan û gel hatin astengkirin. 
 
‘Em van xespan qebûl nakin’
 
Nevriyeyê bi lêv kir ku wan sibehê çavên xwe bi xespê vekirine û dîsa li ber şaredariyê dorpêç û bariyeta polîsan heye û got: “Em vê xespê bi tu awayî qebûl nakin. Ev êrîşek li dijî hevserokatiyê ye. Naxwazin em xizmetê bibin ji gel re. Bi taybet xizmeta ji bo gel tê astengkirin. Bila bizanin ku cihên xebata me ne tenê avahî ne. Em ê li ser derê ji bo pisgirêkan bibin çareserî.”
 
‘Wê bi tirsê me ne çewisînin’
 
Nevriyeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê qeyûman tayînê îradeya gel dike lê ev wisa nameşe û demên xwe yên dawî dijîn û got: “Sedema herî mezin a êrîşan jî ev ku aborî hatiye nokteya têkçûnê. Êrîşên li hember Rojava ji ber aboriyê dixwaze, wê bi qeyûman butça xwe pêk bînin. Em şaredariyên berê yên destê qeyûman de jî dizanin. Em deynên li pey xwe hiştine dizanin. Bi aşkera dizî kirin. Ev tirs tu carî me têk nabin. Em ê tu car şûnde gavê navêjin, bi taybet jî di têkoşîna jinê de em ê tu car şûnde gavên başve navêjin.”