Piştevaniya Mor: Em ê ji bo hebûna xwe li kolanan bin

  • 09:15 14 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci da zanîn ku ew di 25’ê Mijdarê de wê li kolanan bin û got: “Li hember mafên me tehdîdek cidî heye. Ji ber vê jî em ê ji bo hebûna xwe li kolanan bin. Em hemû jinan vexwendiyên qadan dikin.”
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê nêz dibe û li Tirkiyeyê jî jin amadekariya ku dakevin qadan dikin. Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci destnîşan kir ku hedefa avakirina komeleyê jî di meha tebaxê de li Beşîktaşê xistine jiyanê û got hedefa wan ev e ku bibin navendeke li dijî şîdetê têdikoşin.
 
Cemîleyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me komîsyonên ku der barê mijarên ku jin fêdeyê bigirin ava kir. Komîsyonên me yên hiqûq û psîkolojîk hene. Jin li vir qursên dans û muzîkê digirin. Di pêvajoyên dawî de bi nîqaşan re me li ser qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê, nefeqeyê civîn pêk anîn.”
 
‘Der barê mafên me de demek dirêje nîqaş hene’
 
Cemîleyê bi lêv kir ku ev demeke dirêje li hember destkeftiyên jinan nîqaş tên meşandin û balkişand ser astengiyên li pêş qanûna hejmar 6284 û daxistina cezayên kujeran û wiha got: “Jinan bi çalakiyên xwe bi desthilatdariyê di gelek mijaran de şûnde gav da avêtin. Lê dîsa pêşnûmeya qanûnî ya îstîsmara zayendî anîn rojevê. Li hember mafan êrîşên cidî hene. Di demên dawî de em bi şîdetek mezin re rû bi rûne. Pêvajoyeke ku berbi normalbûnê ve diçe heye.”
 
Cemîleyê balkişand ser girîngiya 25’ê Mijdara îsal û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî di pêvajoya ku populîzma rastgir belav dibe de şîdeteke mezin a li hember jinan heye. Di demên ku kapîtalîzm dikeve krîzê şîdeta li ser jinê zêdetir dibe. Xelekek şîdetê ya berdewam dike heye. Li hemû derê şîdet bi awayekî cidî didome. Li dijî mafên hatine bidestxistin jî tehdîdên cidî hene.”
 
‘Em ji bo 25’ê mijdarê amade ne’
 
Cemîleyê da zanîn ku sala borî meşa 25’ê Mijdarê hatiye qedexekirin û got: “Sala borî zehmet bû. Lê jin dîsa ji derketin kolanan. Em ji ser Jin bi hev re xurtin bernameyên jinan pêk tînin. Jin li dijî êrîşan disekinin û ji hev hêzê digirin. Em hemû jinan vexwendiyê qadan dikin.”