'90 sal in li vir dijîm ger mirinek min hebe wê li ser axa min be'

  • 09:02 14 Mijdar 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jina Aşûrî ya bi navê Çîmo Namo ya ji gundê Til Tewîlê di bin topbarana dewleta tirk û komên girêdayî wê de li berxwe dide. Çîmoyê dibêje: "Ez ê li berxwe bidim û ji gundê xwe dernakevim. 90 sal in li vir dijîm ger mirinek min hebe wê li ser axa min be.
 
Êrîşên hewayî û bejayî yên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava hîn dewam dikin. Bi vê yekê girêdayî jiyana bi hezaran şêniyên gundên girêdayî Rojava di xeteriyê de ye. Jina Aşûrî ya bi navê Çîmo Namo ya bi temenê xwe 90 salî ye li gundê Til Tewîl ku bi xwe gundê Aşûriyan e û yekem gundê xeta Xabûrê ku ji Serêkaniyê ber bi Til Temirê ve tê, tevî hevser û kurê xwe dijî. Çîmo da zanîn ku ew tevî êrîşan jî li berxwe didin û hewil didin ku dev ji axa xwe bernedin. 
 
'Min li Til Temirê çavên xwe li cîhanê vekir'
 
Çimoyê bi lêv kir ku ew li vî gundî hatiye cîhanê û wiha dom kir: "Malbata min ji komkujiya Sîmêlê a Iraqê xilas bû û hat li Til Temirê bicih bûn û ev gund ava kirin. Ez li vî gundî hatime cîhanê, min zaroktiya xwe li vir derbas kir. Heta ku ez zewicîm û zarokên min heta neviyên min çêbûn."
 
'Dengê topan hêrsa min a li hember dagirkeriyê mezintir dike'
 
Çimoyê diyar kir ku êrîşên dewleta tirk gelên herêmê hedef digire û wiha dirêjî da gotina xwe:"Me ev der ava kir û li vir jiyana xwe derbas kir. Gelên Aşûrî, Kurd û Ereb bi hev re birînên xwe derman kirin û di roj û rewşên teng de xwedî li hev derketin. Dewleta tirk dixwaze wekheviya di navbera gelê herêmê de veguherîne qetilkirinê û qirkirinekê pêk bîne. Dengê topan hêrsa min a li hember dagirkeriyê mezintir dike."
 
'90 sal in li vir dijîm, mirinek min hebe wê li ser axa min be'
 
Çîmoyê teqez kir ku ew ê ji gundê xwe dernekeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jiyaneke koletî ez qebûl nakim. Jiyaneke bi rûmet armanca me ye. Ev 90 sal in ez li vir dijîm, mirineke min jî hebe wê li gundê min cihê ji dayikbûna min be. Ez ji gundê xwe dernakevim û teslîmî tirkan nabim."