ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 14 Mijdar 2019
  • Rojev
*Vê sibehê li welatê Swêdê ku ez lê dijîm, berfa yekemîn nimnim dibare. Derve gelek sar e, lê bi dilşewatî ji bo te vê nameyê dinivîsim. Ez nizanim gelo wê nameya min bigihêje ber destên te yan na, lê ez bawer im ku dema min vê sibehê dest bi nivîsandinê kir, min wek dayika şervanekî/ê li eniya cengeke dijwar, li dijî karwanên tariyê yê hovane, hestê xwe yê şeşemîn xiste tevgerê û hatim zindanê, li koşeyeke bê can li kêleka te rûniştim. Lewma xurpînek bi êş, wek çiyayek bi ser min de biherife, kete dilê min. Ez bawer im li dilê te jî eyan bûye vê sibehê. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Jina Aşûrî ya bi navê Çîmo Namo ya ji gundê Til Tewîlê di bin topbarana dewleta tirk û komên girêdayî wê de li berxwe dide. Çîmoyê dibêje: "Ez ê li berxwe bidim û ji gundê xwe dernakevim. 90 sal in li vir dijîm ger mirinek min hebe wê li ser axa min be.DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên Serêkaniyê yên ku koçber bûn û berê xwe dan bajarê Qamişloyê axivîn û gotin: "Dewleta tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê, ne digotin jin ne jî zarok bi hemû cureyên qirêj êrîşî gelê me dikirin."DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Hezexê Songul Erden derbarê tayînkirina qeyûman de axivî û got ku qeyûm îro ne bi tenê tayînê şaredariyan  hatine kirin her wiha di heman demê de tayînî vîna gel û bajar jî hatine kirin, vîna gel hatiye xespkirin û ev tişt got: “Em dibêjin Hezex a me ye, bajarên Kurdistanê bajarên me ne. Em ê li dijî faşîzmê, zext û zordariyan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin.” BI DÎMEN
 
*Îpek Erkmen a ku 30 salin bi rêbazên tipa alternatîf ji giyayan dermanan çêdike anî ziman ku li gel pêşveçûna tipê nexweşî zêde dibin û got ku divê jin tipa alternatîf an go dermankirina xwezayî ji nifşê nû re ragihînin. BI DÎMEN 
 
*25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê nêz dibe. Ji tora Parastina Jinan Buse Uçer da zanîn ku wê kolan bi kolan, tax bi tax bigerin û mafên jinan vebêjin û banga tevlîbûna mîtînga 25’ê Mijdarê kir. DÎMEN HEYE 
 
*Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir û da zanîn ku sedema şerê li Rojhilata Navîn tê jiyîn, astengkirina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ye û got: "Bi rakirina tecrîdê re wê li Rojhilata Navîn hawirek bêpevçûnê dest pê bike.” DÎMEN HEYE 
 
*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay da zanîn ku butçeya sala 2020’an komên sermayê, şer û polîtîkaya şîdetê dike navenda xwe û ji bo fînansekirina vê jî gel binpê dikin û got: “Em bi butçeya talan, dizî û wêrankirinê re rû bi rû ne.”
 
*Li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de, di encama guleya li baxçeyê wê ket de jina bi navê Selamat Yeşîlmen jiyana xwe ji dest da û der barê mirina wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Keça wê Fîlîz Yeşîlmen ji bo ku edalet pêk bê bang kir û got: “Ger me bigota PKK’ê kiriye wê demildest darizandin bihata kirin. Lê ji ber me got polîs û leşkeran kiriye pêngav nayê avêtin.”DÎMEN HEYE 
 
*Cigira Hevşaredarên Yenîşehîrê Nevriye Çur bertek nîşanê tayînkirinê qeyûman a ji bo şaredariyên Yenîşehîrê da û da zanîn ku projeyên der barê jinan de hebûne lê bi qeyûman re ev proje nîvco mane. DÎMEN HEYE