Li Hezexê li dijî tayînkirina qeyûm meşek hat lidarxistin

  • 16:45 13 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Hezexê HDP'yiyan li navçeyê meşek li dar xist. 
 
Li navçeya Hezexa Şirnexê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Bi tevlîbûna parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberên HDP'ê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeyên Silopî û Cizîrê û şêniyên navçeyê, meşek hat lidarxistin. Girse li Kolana Hûnerê li hev civiyan û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Kolana Hûnerê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Piştî çalakiya rûniştinê girse bi meşê berê xwe dan avahiya HDP'ê ya navçeyê. 
 
Polîsan dora girseya ku dixwest bimeşe dorpêç kir. Her wiha polîsan nehişt şêniyên derdorê tevlî meşê bibin. Astengiya polîsan bi çepik û tilîliyan hat şermezarkirin. Meş heta li ber avahiya HDP'ê dom kir. 
 
Her wiha dorpêçkirina polîsan a li avahiya şaredariyê û avahiya HDP'ê didome.