Jinan li Enqereyê ji bo 25'ê Mijdarê belavok belav kirin

  • 15:32 13 Mijdar 2019
  • Rojane
ENQERE - Endamên Platforma Jinê ya Enqereyê têkildarî 25’ê Mijdarê belavok belav kirin û jin vexwendin çalakiyên 25’ê Mijdarê. 
 
Endamên Platforma Jinan a Enqereyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de belavok belav kirin. Jin li ber Şaredariya Çankaya kom bûn û heta Meydana Kizilayê belavok belav kirin û jin vexwendin çalakiyên 25’ê Mijdarê. 
 
Jinan dema belavok belav dikirin dirûşma “Em di 25’ê Mijdarê de li qadan e” berz kirin. Di belavokan de jinan bal kişand ser şideta li ser jinan, êrişên li ser destkeftiyên jinan û têkoşîna jinan. 
 
Jinan destnîşan kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de saet di 18.00an de l ili ber Şaredariya Çankaya bicivin.