Şêniyên Qamişloyê berxwedêrên doza azadiyê xwe oxir kirin

  • 15:07 13 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMİŞLO -Şêniyên Qamişloyê bi merasîmek girseyî şehîdên berxwedana rûmetê û şehîdên teqîna Qamişloyê oxir kirin.
 
Îro merasîma oxirkirina 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê û 2 sivîlên ku bûne qûrbaniya teqîna nava bazara bajarê Qamişloyê a ku di 11’ê vê mehê de pêk hat, li goristana Delîl Saroxan oxir kirin. Bi hezaran ji welatiyê bajarê Qamişloyê, sazî û destgehên Rêveberiya xweser û saziyên civaka Sivîl tevlî merasîma oxirkirinê bûn.
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê meclisa malbatên şehîdan Ibêd Itê axivî û sersaxî ji bo malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Dema ku mirov li pêşiya gorên cangoriyên azadiyê disekine li ser vê xaka pîroz û bi vê coşa gel û hatina wan li vê goristana pîroz mirov hêzê digire û tu gotin mafê vê yekê nade û hestê wê nayê ziman. Bi vê hêrsa gelê me hêza me ji bo tolhildan û tevgera ji bo azadiya welat pirtir dibe."
 
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ebdulkerîm Saroxan axivî û got: "Gelê welat parzêzên birûmet û malbatên qehremanan di hizûra van pekrewana de, em hemû  pekrewanên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejina xwe li hemberî wan ditewînin serê gelê me sax be. Şoreşa ku berdewamiya 40 salî ye, îro roj em gihiştine asteke ku ev gel layiqî pêşengtiya mirovahiyê tevahî dike û wê her pêşengtiyê bike jî. Serkeftin ya me ye, em ê berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin."
 
Hevseroka Desteya Şaredarî û Ekolojî a Kantona Qamişlo Sema Begdaş got: "Silav û rêzên me ji vî gelê ku sekina wan ya mîna çiya li himberî dijminê hov û xwîn mij, bila serê malbatên pekrewanan bilind be, ev zarokên ku wan dayikan anîne ser vê axa pîroz in û xwediyê dilê pak û zelal in. Ev têkoşerên pirojeya Netewa Demokrat ya ku dewleta tirk bi hemû hêz, tang û topên xwe ev piroje bi sernekeve êrîşî me dike û hewildanên xwe dike, ji ber ku dewletên desthilatdar û kapîtalîzim yên mîna dewleta tirk wekheviya gelan qebûl nake. Berovajî vê yekê em jî wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêzên xwe yên leşkerî, em ê vê yekê bidin isbat kirin ku em ê her dem têbikoşin." 
 
Wesîqeya şehadetê ya her 5 pekrewanan hate eşkerekirin. Li ser navê malbata şehîd Zozan Şêxo ya ku bû qurbaniya teqîna bazara Qamişloyê lawê Apê wê Mihemed Şêxo axivî û got: "Bila serê gelê me sax be, ji ber ku dijmin dizane em ê Gelê Kurd bibin yek û bi hêz bibin û em ê tola salên derbasbûyî jî bigirin. Bi van kiryarên tirs û hovane radibin ji ber ku nikarin rû bi rû hemberî îradeya me şer bike. Bi teqînan dixwazin me tune bikin, lê em tune nabin. Em ê dawiya dijmin bînin."
 
Têkoşerên azadiyê bi dirûşmên "Şehîd namirin" û bi tililiyên dayikan spartin axê.