Şêniyên Hesekê bi meşekê êrîş şermezar kirin

  • 14:44 13 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Şêniyên Bajarê Hesekê Kurd, Ereb û Suriyan bi meşek girseyî civîna serokkomarê Tirkiyê Tayîp Erdogan û Serokê Emerîka Donald Trump şermezar kirin û bi yek dengî gotin: "Civîn beşek ji komploya navneteweyî ye."
 
Îro Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan ew ê bi Tumpre hevdîtinê pêk bîne. Armanc ji serdanê nîqaşkirina gelek mijarên girîng e, ji wan mijaran jî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi hezaran şêniyên Bajarê Hesekê bi Kurd, Erebû û Suryanan meşek girseyî li dar xistin û serdana Erdogan ji Waşintonê re şermezar kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Em ji xak û azadiya xwe venagerin", "QSD îradeya me ye" û  alên QSD’ê, Kongreya Star û wêneyên şehîdên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, hatin hildan. 
 
Meş ji çemê Miftî dest pê kir û li ber avahiya çand û huner a taxa Miftî bi qedeyek rêzgirtin veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endama Kongreya Star a Kantona Hesekê Nalîn Mihemed, Hevserokê Kantona Hesekê Ebid El-Xenî Oso axivîn.
 
Di axaftinan de êrîşên dewleta tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên ku li dijî gelên herêmê pêk hatin, şermezar kirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên Erdogan bi hezaran şêniyên herêmê ên resen neçarî koçberiyê bûn. Jin, zarok, siyasetmedar û bijîşk hatin qetilkirin.
 
Her wiha hate diyar kirin ku dewletên Ewropayê di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li kêleka Erdogan disekinin. Ev yek ji bêdengiya wan  der barê sûc û lihevkirinên ku li ser hesabê 5 milyon welatiyên Sûriyê tên kirin. Serdana Erdogan ji Waşintonê berdewama komploya êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
 
Di dawiyê de serdana Erdogan ji Waşintonê re hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku ew komkujiyên li dijî gelên herêmê pêk tîne û pêşwazîkirinek ji Trump ji wî re şaştiyek mezin e.
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana QSD’ê " û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.