Li Helebê zarokên di Sînemaya Amûdê hatibûn şewitandin hatin bîranîn

  • 14:20 13 Mijdar 2019
  • Rojane
HELEB - Xwendekar û mamosteyên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê şehîdên Sînemaya Amûdê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.
 
Di 13'ê Mijdara 1960'an de agir bi Sînemaya Amûdê (Sînemaya Şehrezad) dema ku zarokan li fîlmê Şebeh Muntesef El-Leyl "Cinê Nîvê Şevê" temaşe dikir, hate xistin û di encama wê de nêzî 283 zarokî jiyana xwe ji dest dan.
 
Komîteya Perwereya Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê Komkujiya Sînemaya Amûdê bi bîr anî. Daxuyanî li Dibistana Alan Mihemed a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat dayîn. Bi boneya salvegera şehîdên Amûdê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê daxuyaniyek dan. Bi dehan mamoste û xwendevan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Sosin Nasa ve hat xwendin.
 
Daxuyani wiha ye:
 
"Bûyera şewitandina sînemaya Amûdê ku beriya 59 salan pêk hatiye û nifşek ji zarokên Amûdê  tê de hatibûn qetilkirin, em bi dilekî êş bi bîr tînin. 
 
Pêşeroj bi hebûna roja îro re girêdayî ye eger hebûnek rast tê avakirin û pêşeroja ronî ava dibe. Her tim kesên xwînxwar dixwazin vê pêşerojê tarî bikin û armancên xwe li ser zarokan pêk tînin. Mînaka wê jî sînemaya Amûdê bû. Ew roja reş û tarî nêzî 283 zarok hatin qetîlkirin, bi destên dijiminê hov yê ku hêvî û xeyalên wan di wir  de qetil kiribûn. Bi bizotên agir û dûman can dan, qêrînên wan bi asîmana ve bû yek. Heta roja îro jî hîn zarok  li Bakur û Rojhilatî Sûriyê tên hedef girtin.  Li hemû dewletên cîhanê bi şêwazên nû û cûr bi cûr bi çekên giran û kîmyewî yên qedexekirî li ser zarokên me tên bikaranîn. Beranberî wê jî bêdengiyek dewletên navneteweyî û saziya mafê mirovan heye.
 
Em jî weke Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk soza xwe nû dikin û rêya şehîdan em ê bişopînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.