Jinên Kobanê: Em herêma dewleta tirk a ewle red dikin

  • 13:44 13 Mijdar 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên ku beşdarî meşa li dijî guherîna dermografiya herêmên Rojava bûn, hêrs û bertekên xwe yên li dijî êrîşan wiha anîn ziman: “Em dagirkeriya li ser xaka xwe qebûl nakin û em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin.”
 
Şêniyên Kantona Kobanê li dijî êrîş û guhertina demografiya herêmê di 12’ê Mijdarê de li qada jina Azad kom bûn û heta qada Ş. Egîd meşiyan. Jinên ku beşdarî meşê bûne hêrsa xwe ya li dijî êrîş û guherîna demografiya herêmê anîn ziman.
 
‘Dewleta tirk bi pilanên xwe yên qirêj nikare me xilas bike’
 
Jina bi navê Mediya Dirê da zanîn ku ew li dijî êrîşan li qada ye û got: “Îro em li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê daketine qadan û em ê her tim li qada bin. Erdogan û hevkarên wî pilanên tunekirinê li ser me didin meşandin. Lê em ê hemû pilanên wan vala derbixin. Çawa me li hemberî DAIŞ'ê berxwedan da meşandin, em ê car din li hemberî van dagirkeran berxwedana xwe bidomînin. Em bi axa xwe ve girêdayîne, wê tu hêz û dagirker nikaribin me ji axa me derxînin.  Em guherîna demogirafiya li herêmên xwe napejirînin. Em destûr nadin ku dagirker li ser axa me xwe bidin jiyîn. Li dijî dagirkerî û qirkirinê, em ê yekîtiya xwe xurtir bikin.”
 
‘Em dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin’
 
Sewlî Mehmud wiha got: “Hemî dewlet-netew destek didin dewleta tirk ji bo êrîşî axa me bikin. Her dewletek li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Turump jî hevkarê Erdogan e. Em ji raya giştî re dibêjin çavên xwe vekin li kiryarên tirkan binêrin, ma ev ax ya tirkan e lê ya Kurdan e? Tu carî me axa kesî dagir nekiriye û em herêma ewle ji tirkên dagirker nawxazin. Ger ew neyên ser axa me, ewlehiya herêma me nakeve xeteriyê. Tenê em dixwazin dewleta tirk dûrî axa me bikeve. Êdî bes e ji dagirkeriyê re. Yekibûna me, wê dagirkeriyê têk bibe. Em bi hêza şervanên xwe bi QSD’ê bawer in.”
 
‘Qaşo agirbest hate ragihandin, lê me tu agirbest nedît’
 
Xedîce Muhemed Ehmed rave kir ku ew dewriyeyên tirk û rûsan li ser axa xwe naxwazin û wiha dom kir: “Em gerên dewriyeyên hevbeş ên tirkan û rûsan li ser axa xwe qebûl nakin. Her hatinek dewriyeyên wan, gavek dagirkeriyê ye li ser axa me. Jixwe dema dewriye tên zarokên me bi keviran bersiv didin hatina wan. Li ser vê axê me bi hezaran şehîd dane. Em ê tu carî dest ji axa xwe û xwîna zarokên xwe bernedin. Di 17'ê Cotmehê de ji milê dewleta tirk ve qaşo agirbest hate ragihandin. Lê heta niha li van herêman şer berdewam e û dewleta tirk agirbesta ku bixwe ragihandî binpê dike. Tu agirbest li van deran tune ye. Her roj zarokên me tên kuştin. Di bin navê herêma bi ewle de, bi hezaran gel ji ser axa xwe koçber bûn.”