Kongreya Star: Bila di 25'ê Mijdarê de dengê me bibe yek

  • 13:30 13 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkîldarê 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê daxuyaniyek da. 
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava girêdayî 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê daxuyaniyek da û bang li jinên cîhanê kir û got: "Em bang li rêxistinên jinên têkoşer ên wateya 25’ê Mijdarê ya rast didin qezençkirin, tevgerên femînîst û tevahî jinên azadîxwaz, akademîsyen û hunermendên ku ji 9’ê Cotmehê ve li hemû deverên cihanê de bi me re bûn û di nav têkoşînê de bûn dikin da ku meydanên çalakiyên 25’ê Mijdarê yên îsal rengên van her sê jinên lêheng bixemilînin."
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji hemû jinên lêgerînvanên azadixwaz û têkoşînvan re: Di sala 1960’an de li komara Domînikê ew hêza zilamên ku bûne sîstem, ji aliyê diktatore Trujillo sê xwîşkên Mirabel hatin qetilkirin. Ev diktatorî, her sê xwîşkên Mîrabel wek dijminê xwe îlan kirin û wan bi komployê ve qetil kirin.  Ev berxwedana wan û mirina wan li hemberî diktatoriya faşist, têkoşîn mezintir kir. Piştî mirina wan şeş meh şûnde hêza rêxistinkirî ya gel, dawiya vê diktatoriyê anî.  Xwşîkên Mîrabel di roja me ya îro de jî ji bo hemû jinên cihanê bûye çavkaniya hêviya herî mezin ku ew diktatorî û faşîzma şîdeta mêrên serdest, em ê bi hêza jinên rêxistinkirî ve têk bibin.
 
'Di vî şerî de jin û zaroka rastî gelek tundiyên piralî hatin' 
 
Îro herêma me bi destê di nava hêzên hegomon ên navdewletî de bûye meydana şerê. Îşkenceyan, tecawiz û êrîşên rêxistinkirî, ji koçberkirina darê zorê heya qetliyaman, jin û zarok rastî gelek şidetên piralî hatine. Qirkirineke çandî, demografik, aborî, civakî, siyasî û ekolojik a herî mezin îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên jiyîn. Ev şîdet ji bo teslîmgirtina şoreşa jinên Rojava wek amûrekê her tim tê bikaranîn. Jinên li hemberî êrîşên dijwar ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêza rêxistiniya jin li ber xwe dide. Jinên ku li her deverê li berxwe didin pêşengtiya avakirina civaka azad û demokratîk dikin.
 
'Hevrîn, Amara û dayê Eqidê li hember desthilatdariyê bûne sembolên nû yên têkoşînê' 
 
Di 12’ê cotmeha 2019'an de, Dekretera Giştî yê Partiya Pêşeroje ya Sûrîyeyê Hevrîn Xelef tevî heşt hevalên xwe ve hate înfazkirin û îşkence li cenazeyên wê kirin. Hevrîn Xelef yek ji  pêşengên siyasiyên şoreşa jinê bu ku li bajarê Reqayê ya ku DAIŞ dixwest bike paytexta xwe, ji bo yekitiya gelan û ji bo aşîtiyekê bi rûmet têkoşîn dikir. Di şexsê Hevrîn Xelef de sîstema hevserokatiya ku modela siyaset û jiyana nû îfade dike hatiye hedefgirtin. Di 14’ê Cotmehê de daye Eqîde jî wek endama meclîsa edaletê ya jin li hemberî hêzên dagirker ji bo axa xwe biparêze wek mertalên zindî ji bo Serêkaniyê kete rê. Di kerwana ku ji aliye balafirên dewleta tirk ve hate bombekirin de jiyana xwe ji dest da. Di şexsê wê de jinên ku hezkirin û girêdana wan  bi axê re hebû hatin hedefgirtin.  YPJ, li dijî van êrîşan li hemberî faşîzma dewleta tirk û çeteyên wê şer dike û diparêze. Di 21’ê Cotmehê de şervana YPJ Amara, şopdara bi hezaran rêhevalên xwe bû ku  gelek caran DAIŞ’ê têk birine. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi faşîzma AKP-Erdogan re bûne yek de dema ku têkoşîn dikir, jiyana xwe ji dest da. Ew çeteyên ku li hemberî ceserate jinê têk çûne, li ser bedena wê ya bê rih îşkence kirin. Ev êrîşa ku li ser şexsê wê hatiye kirin, êrîşa li hemberî hêza parastina cewherî ya jinên rêxistinkirî bû. Amaraya YPJ'ê, Hevrîn Xelef, Dayê Eqide li heberî şîdeta mêr serdest û desthilatdar bûne sembolên nû yên têkoşînê.
 
'Serdestiya Erdogan û hemû dîktatoran dê têk biçe'
 
Li ser vî esasî, em wek Kongreya Star çalakiyên roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan a ku di navbera dîrokên 25’ê Mijdar û 10’ê Qanûnê de pêk werin em diyarî Dayê Aqîde, Hevrîn Xelef û Amaraya YPJ’yî dikin. Em bang li hemû jinên cihanê dikin ku serdestiya Erdogan û hemû dîktatoran têk biçe, bi bîranîna wan her sê jinên wêrek ên ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Xwişkên Mîrabel nûve kirin de têkoşînê mezin bikin. Em bang  li rêxistinên jinên têkoşer ên wateya 25’ê Mijdarê ya rast didin qezençkirin, tevgerên femînîst û tevahî jinên azadîxwaz, akademîsyen û hunermendên ku ji 9’ê Cotmehê ve li hemû deverên cihanê de bi me re bûn û di nav têkoşînê de bûn dikin da ku meydanên çalakiyên 25’ê Mijdarê yên îsal rengên van her sê jinên lêheng bixemilînin. Em hemû jinên têkoşer û aşiqî azadiyê bi rihê berxwedêr ên xwişkên Mîrabel û Şehît Hevrîn, Şehît Amara û Şehît Dayê Aqide ve bi rêzdarî silav dikin."