'Bûyerên li Sûriyeyê rû didin li gorî tevahiya pîvanan karesatek mirovî ye'

  • 10:47 13 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinên Sûriyeyê banga hesabxwestinê ji sûcdarên êrişa terorîst a li dijî bajarê Qamişlo û qetilkirina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî Hena Bidoyan kirin.
 
Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê teqînên terorîst ên duh bajarê Qamişloyê rû dan û qetilkirina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk Hosip Bidoyan û bavê wî Hena Bidoyan, şermezar kirin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Şaneyên terorîstî yên veşartî bi teqînan bajarê Qamişloyê kirin armanc. Di encamê de ziyanên canî çêbûn û hejmarek din jî birîndar bûn. Di heman rojê de keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî Hena Bidoyan dema berê xwe dabûn bajarê  Dêrazorê da ku çavdêriya tamîrkirina dêra Ermenan bikin ji aliyê rêxistina terorîstî ya DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin.
 
Tu kes nikare kiryarên şaneyên veşartî yên girêdayî rêxistinên terorîstî û êrişên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev cuda bike. Rêbazên qetilkirin û qirkirinê yek in. Tiştê li ser xaka Sûriyeyê rû dide, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ye, dikeve jêrxaneya jenosîdê derheqê pêkhateyên gelê Sûriyeyê de.
 
Her wiha sûcên qirkirina neteweyî, guhertina demografî û koçberiya bi darê zorê ya derheqê tevahî sûriyan de di nav xwe de digire.
 
Tirkiyeyê bi êrişên xwe û dagirkirina herêmên Sûriyeyê derfet ji bo vejandina rêxistinên terorsît afirand, di serî de DAIŞ'ê da ku ji nû ve çalak bibe û ewlehiya herêmê û cîhanê careke din tehdîd bike.
 
Em Meclisa Jinên Sûriyeyê van sûcan şermezar dikin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan û gelê Ermen re dixwazin.
 
Em careke din bang li civaka navneteweyî, Yekitiya Ewropayê û NY'yê dikin ku girtekên nû ji bo muhesebekirina Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ji ber sûcên li Sûriyeyê kirine bigirin. Bûyerên li Sûriyeyê rû didin li gorî tevahiya pîvanan karesatek mirovî ye. Êdî mirov nikare li hember binpêkirinên qanûna navneteweyî ya ku li Sûriyeyê ji hêla artêşa tirk a dagirker ve pêk tê, tehdîdkirina ewlehiya herêmê û vejandina DAIŞ'ê bêdeng bimîne."