'Bi qeyûman xizmetê asteng dikin'

  • 10:09 13 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Hevserokên Şaredariya Yenîşehira Amedê bi fermana wezareta karê hundur ji kar hatin dûrxistin û dewsa wan qeyûm hat tayinkirin. Derbarê vê yekê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen daxuyanî da. Hulyayê diyar kir ku bi tayinkirina qeyûman xizmeta ji bo gel tê astengkirin û got ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tayinkirina qeyûman bidomînin. 
 
Bi fermana wezareta karê hundur qeyûm tayînî ser şaredariyên Yenişehirê ya Amedê, Hezro, Hezexa Şirnexê, Akpazara Mazgirta Dêrsimê jî hatin kirin. Dorpêçkirina Şaredariya Yenişehirê ya ku qeyûm lê hat tayinkirin, didome. Tevî gel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz jî li ber şaredariyê ne.  
 
'Kesên ku dengê xwe bilind dikin tên girtin'
 
Derbarê tayinkirina qeyûman de Hulya Alokmen daxuyanî da û got:"Li vî welatî wekî ku demokrasî hebe tê nîşandan. Lê kesên ku demokrasiyê pêk neynin bila dev ji vê helwestê berdin. Kesên ku li dijî îktidarê dengê xwe bilind dikin tên girtin. Ji bo herkes bikaribe bi rengê xwe tev bigere em wekî HDP'ê her têdikoşin. Ji bo em siberojek ronî ji zarokên xwe re bihêlin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Di dema daxuyaniyê de polîsan xwestin hevserokan asteng bikin. Loma di navbera polîsan û xebatkarê şaredariyê de gengeşî derket. Piştî nîqaşa ku hat kirin rawestandina li ber şaredariyê didome.