Jin dê di 25'ê Mijdarê de li Enqereyê dakevin qadan

  • 09:58 13 Mijdar 2019
  • Rojane
ENQERE - Jinên HDP'yî bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Jinê, li Enqereyê bi dirûşma "Li dijî şîdeta mêr em serî radikin" dadikevin qadan. 
 
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Jinê, rêxistinên jinan bernameyên çalakiyên xwe aşkera kirin. Jin ji bo parastina mafê xwe dê dakevin qadan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê bernameya xwe aşkera kir. Endama koordînasyona Bajêr a HDP'ê Turkan Demîr bernama çalakiyan aşkera kir.
 
'Li dijî şîdeta mêr em serî radikin'
 
Turkan, diyar kir ku bi dirûşma "Li dijî şîdeta mêr em serî radikin" dê 25'ê Mijdarê pêşwazî bikin û wiha got: "HDP li herêm û bajaran plansaziya xwe amade kir. Li Enqerê danişîna doza Şule Çet û Ceren Damar dê bê dîtin. Em dê bi Platforma Jinan a Enqerê ve dozê bişopînin. Di van mijaran de rewşa Tirkiyeyê ne baş e. Her wiha partiya me û pergala hevserokatiyê hedef tê nîşandan. Her qada jiyanê weguherî qadên sûcê. Lê jin li dijî vê yekî dê her qada jiyanê bikin qada serhildanê."
 
'Dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin' 
 
Turkan, di axaftina xwe de bal kişand ser bernameya ku bê lidarxistin û wiha axivî: "Bi Platforma Jinan a Enqerê ve dê li Kizilayê belavok bên belavkirin. Li navçeya Çankayayê bi navê 'Jin travmayên xwe diaxifin' panelek bê lidarxistin. Dê girtiyan re kart û pirtûk bên şandin. Dê tevlî civîna Koma Jinan a TBMM'ê bin. Li navçeya Mamakê film bên nîşandan. Li Keçîorenên îlankirina Meclîsa Jinan. Herî dawiyê jî di 25'ê Mijdarê li ber Şaredariya Çankayayê li hev bicivin."