Endama Meclîsa Şaredariyê Şehriban Zugurli hat binçavkirin
- 09:50 13 Mijdar 2019
- Rojane
AMED - Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehriban Zugurli di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsan li Amedê bi ser mala Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Endama Meclîsa Şaredariya Licê, Şehriban Zugurli de girtin. Polîsan piştî lêgerînê Şehrîban kirin bin çavan.
Hinceta binçavkirina Şehrîbanê nehat hînbûn û polîsan Şehrîbanê birin Muduriyeta Emniyeta Bajêr.