TJA: Em di 25’ê Mijdarê de li Taksîmê ne

  • 09:14 13 Mijdar 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Li Tirkiyeyê rêxistinên jinan, xwe amade dikin ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê, dakevin qadan. Aktîvîsta TJA’yê Pinar Ceylan diyar kir ku ji her demê zêdetir hewce bi bilindkirina serhildanê heye û got wê di 25’ê mijdarê de li Taksîm Tunelê bin.
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê nêz dibe û li Tirkiyeyê jî jin amadekariya ku dakevin qadan dikin. Ligel bername û çalakiyên xweser yên rêxistinên jinan, hewldana Jin bi hev re xurtin jî amadekariya çalakî û bernameyan dikin. Yek ji rêxistinên jinan Tevgera Jinên Azad (TJA) jî amadekariya 25’ê mijdarê dike.
 
Aktîvîsta TJA’yê Pinar Ceylan bi lêv kir ku kampanya 6 mehan a ku bi dirûşmeya ‘Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser piyan’ dane destpêkirin, mijara wê ya meha Mijdarê şîdeta li ser jinê bûye û got: “Em jin xwe li malbatê, wesayîtan û kolanan di ewlehiyê de hîs nakin. Şîdeta li ser jinê di her qada jiyanê de heye. Me ev hemû girtin dest û kampanya da destpêkirin. Em her me li ser mijarekê dixebitin. Em bi van xebat û çalakiyên xwe hewl didin hişmendiyê ava bikin.”
 
‘Divê em serhildanê mezin bikin’
 
Pinarê diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de heta niha atolye, panel, forum û daxuyaniyên çapemeniyê pêk anîne û ev tişt daxuyakirin: “Bi taybet wê panelên me yên bi mijara şîdet û îstîsmarê hebin. Em ê ji girtiyan re qertan bişînin. Dîsa ji bo 25’ê mijdarê xurt derbas bibe, em ê li çalakî û meşan li her derê pêk bînin. Her roj nêzî 3 jinan tên qetîlkirin. Ji bo ku em hemû jin rastî şîdetê neyên divê em tevlî van çalakiyan bibin. Ez bawer dikim ku em ê bi rêxistinê li dijî şîdetê bisekinin. Ji ber vê divê em meha Mijdarê li dijî şîdetê deng bilind bikin. Divê hemû jin xwedî li van çalakiyan derkevin û serhildanê mezin bikin.
 
Pinarê balkişand ser pêşnûme qanûnan ku ji bo îstîsmara zayendî efûyê tîne û pêşiya zewaca zarokan vedike û sererastkirina nefeqeyê û wiha axivî: “Ev qanûn jin û zarokan tune dihesibîne. Van tiştan dubare dubare tînin pêş me. Em ê desturê nedin pakêta ku tecawizê rewa dike. Çend sale êrîşên li dijî jinan zêde bûne. Rêxistinên jinan li dijî van bername û plansaziyên hevpar derxistin. Em herî zêde di nokteya Peymana Stenbolê de dibin hevpar. Ji ber ku peymaneke ku hemûyan dihewîne. Ji bo em van destkeftiyan winda nekin em têkoşîna hevpar dimeşînin.”
 
‘Qetilkirina Hevrîn Xelef parçeyek van êrîşan e’
 
Pinarê balkişand ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef û da zanîn ku qetilkirina wê parçeyek van êrîşan e. Pinarê di dawiya axaftina xwe de got wê di 25’ê mijdarê de li Stenbolê bi platforma hatiye avakirin re li Taksîmê meşekê pêk bînin û wiha dawî lê anî: “Em wek jinên TJA’yê wek her sal wê li Taksîm Tunelê bin. Sala borî nehiştibûn em bimeşin. Lê îsal em dîsa saet di 19.00’an de li Taksîm Tunelê bin. Em bang li hemû jinan dikin ku wê rojê li qadê bin.”