‘Divê tecrîd ji holê rabe'

  • 09:02 13 Mijdar 2019
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke berdewama Komploya Navneteweyî nirxandin û gotin: “Em bi siyaseta Tirkiyeyê nayên xapandin, em ê her û her ji bo azadiya Rêber Apo şer bikin.” 
 
Ji 9’ê Cotmehê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê berdewame. Di salvegera Komploya Navneteweyî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de hatibû despêkirin, êrîşa hatî destpêkirin ne tesadufe. Ev bi plan û proje hatiye amadekirin û di heman rojê de hat despêkirin. Jinên Efrînê yên li Kantona Şehbayê koçberin û her dem çavê wan li vegerê ye jî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke berdewama Komploya Navneteweyî nirxandin. 
 
'Tecrîdê bi dawî bikin'
 
Esiye Mistefa azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke azadiya hemû jinan bi nav kir û wiha domand: “Di her demên dîrokê de keseyetên fîlozof û zane derdikevin. Rêber Apo jî ji bo Gelê Kurd keseyeteke zane ye û ji bo pêşxistina mirovahiyê têdikoşe. Ji destpêka dîl girtina Serok Apo heya niha pergala desthilatariyê navdewletî hewil dide cîhanê ji fikren wî bê agahî bihêlin. Belavbûna ramanên Rêberê me li ser deshilatan û pergala wan a çewisandina gelan metirsiyek daye çêkirin. Ji ber wê jî êrîşî Gelên Rojava kirin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Di nav aloziya Rojhilata Navîn de tenê Serok Apo wê rêya çareseriyê veke. Çareseriya alozên Rojhilata Navîn ne li gorî hesabên hêzên navnetewî ye, ev yek dibe sedema girankirina tecrîdê li ser Serok Apo. Banga min ji hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan re heye, bêdeng nebin û tecrîda li ser Serokê me rakin.”
 
‘Em bi siyaseta Tirkiyeyê nayên xapandin’
 
Nazliyê Xelîl jî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke beşek ji Komploya Navnetewî bi nav kir û wiha berdewam kir: “Hedef girtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya Komploya Navnetewiye, em vê dizanin û hişyar in. Em ji Efrînê hovîtiya wan dinasin. Siyaseta mijulkirinê dimeşîne û hewildide bi rojevên wiha me ji rojeva me ya bingehîn a azadiya Rêberê me dûr bixin. Em bi siyaseta Tirkiyeyê nayên xapnadin, em ê her û her ji bo azadiya Rêber Apo şer bikin.”