ROJEVA 13'YÊ MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 13 Mijdar 2019
  • Rojev
*Jinên Efrînê êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke berdewama Komploya Navneteweyî nirxandin û gotin: “Em bi siyaseta Tirkiyeyê nayên xapandin, em ê her û her ji bo azadiya Rêber Apo şer bikin.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinên Kurd, Ereb û Tirkmen, êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Bi salane em hemû pêkhateyên Sûriyeyê li ser vê axê bi hev re dijîn û em ê li hember êrîşan axa xwe biparêzin." DÎMEN HEYE 
 
*Ji ber êrîşen dewleta tirk, Xanim Ismayîl a tirkmen ji Serêkaniyê koçberê Hesekê bû û êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Em hebûna dewleta tirk a dagiker li ser xaka xwe qebûl nakin." DÎMEN HEYE 
 
*Li dijî tayinkirina qeyûman bertek û nêrazîbûn didomin. Têkîldarî tayinkirina qeyûman parlementera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun nirxandin kir. Şevinê got:”Ji bo bi hêzkirina tifaqa demokrasiyê divê em rêxistina xwe bi hêz bikin” BI DÎMEN
 
* Seroka TKDF’ê Canan Gullu, sedema şîdeta zêde bûye û kuştinên jinan AKP nîşan da û got: “Tevî ku AKP’ê Peymana Stenbolê îmze kiriye, pêk neaniye. Em hikûmeteke ku destên wê girêdayê dibînin. Em jin jî tevî hemû astengiyan dengê xwe bilind dikin.”DÎMEN HEYE 
 
*Li Tirkiyeyê rêxistinên jinan, xwe amade dikin ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê, dakevin qadan. Aktîvîsta TJA’yê Pinar Ceylan diyar kir ku ji her demê zêdetir hewce bi bilindkirina serhildanê heye û got wê di 25’ê mijdarê de li Taksîm Tunelê bin. DÎMEN HEYE 
 
*Nivîskar Dîlan Aydin, diyar kir ku hem zimanê Kurdi bi asîmîlasyonek mezin re rû bi rû ye, hem jî qada nivîskarên jin teng e û wiha got: “Ez hêvîdar im ku jiyaneke weşangeriya bi zimanê dayik û hemû jin bikaribin binivîsin, dest pê bike.”DÎMEN HEYE 
 
*Birîndarên teqîna Qamişloyê, li ser bûyera teqîna ku li Qamişloyê rû da, axivîn û gotin: "Ev ne edalet e ku em di welatê xwe de bi êş bijîn. Tu heqê dagirkeran tune ye ku êrîşî axa me bikin û me bikujin. Em ê heta dawî li ser axa xwe bijîn. Em dev ji axa xwe bernadin.”  DÎMEN HEYE