Şêniyên Kantona Qamişlo û Kobanê herîkîn qadan

  • 16:27 12 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO / KOBANÊ- Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava şêniyên Kantona Qamişlo û Kantona Kobanê herîkîn qadan.
 
Şêniyên bajarê Kobanê, Qamişlo û Tirbespiyê herîkîn qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava bi meşekê şermezar kirin.
 
Li  Kobanê gel dirûşma serîhildanê berz kir
 
Bi sedan ji şêniyên Kobanê li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Rojava meş li dar xistin.
 
Li dijî gef û êrîşên dewleta tirk, guhertina demgorafiyaya herêmê, bêdengiya dewletên navneteweyî, bi sedan ji şêniyên Kobanê ji zarok heta pîr û kalan, saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dan.  
 
Gel li qada Jina Azad kom bûn û bi wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsa "Em hemû QSD ne", "QSD zarokên me ne", "Bes e ji peymanên neheqî û şerê li ser ax û gelê me", "Em ê li dijî her peymaneke ku ser hebûn, rûmet û nasnameya me armanc digirin ber xwe bidin" hildabûn. Berzkirina dirûşmeyên teqezkirina berxwedanê dest bi meşê kirin û ber bi qada şehîd Egîd ve herikîn.
 
Li qada şehîd Egîd meş rawestiya û gel ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin. Paşê bi navê Rêveberiya xweser ya Kobanê Ferhan Kobanê berxwedana şervanên QSD'ê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got: "Kombûyîna gelê Kobanê ya îro girêdana bi axa xwe ve diyar dike. Em gelekî aşîtîxwaz in û bi axa xwe ve girêdayî ne, lê dewleta tirk dixwaze me koçber bike û li şûna me jî çeteyên xwe bi cih bike. Ji ber vê jî em dibînin ku artêşa tirk û çeteyên wê agirbesta ku hatiye ragihandin rojane binpê dike, tevî ku hêzên me jî pêk tînine. Weke gel em dest ji berxwedana xwe bernadin û em ê têkoşîna parastina axa xwe bidomînin."
 
Her wiha bi navê Rêxistina Kongreya Star Bêrîvan Hesen jî wiha axivî: "Dewleta tirk kiryarên dijmirovî li herêmê me pêk tîne. Bi taybet jî li dijî jinan. Divê em weke gel bi giştî û weke jin bi taybet helwestên xwe dijwartir nîşan bidin."
 
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana QSD'ê" bi dawî bû.
 
Li Qamişloyê bi sedan kes herikîn qadan
 
Şêniyên bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk meşek li dar xistin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û çûyina Erdogan a li Emerîkayê şêniyên bajarê Qamişloyê herîkîn qadan û meşek girseyî li dar xistin. Her wiha Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser  û Kongreya star tevlî meşê bûn. Meş ji çerxereya tekoşerên Enternasyonal ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de alên Kongreya Star, QSD’ê û wêneyên cangoriyên azadiyê hatibûn hildan.
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star ya Kantona Qamişlo Xaliya Necar axivî û wiha got: "Ev 9 salin pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn bi giştî li hember hemû êrîşan li berxwe didin. Heya roja îro jî em rastî êrîşan tên. Bi hezaran keç û xortên me yên leheng şehîd ketin. Em weke pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn em ê berxwedana xwe xurt bikin."
 
Meş bi dirûşma "QSD'ê îradeya me ye" bi dawî bû. 
 
Şêniyên Tirbespiyê jî li dijî êrîşan meşiyan
 
Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava meşek girseyî li dar xistin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê û gundewarên wê meşek girseyî li dar xistin. Meş li pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir heya li ber navenda ciwanan dewam kir. Di meşê de alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û QSD'ê û pankartên bi nivîsa "Em ê li hember hemû hevpeymanên ku rûmet û nasnameya me dike armanc, li ber xwe bidin", "Wê dagirker hesabê xwîna şehîdên me û qêrîna zarokên me bidin" û "Em xwediyê vê axê ne Erdogan dagirker e pêwiste bê darizandin" hatibûn hildan.
 
Meş veguherî mîtîngê û bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Necah Qeso ve hat xwendin û li ser navê PYD'ê Siêman Bedir axivî.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
Em weke pêkhatiyên navçeya Tirbesipiyê Kurd, Ereb û Suriyan bi yek destî li dijî dewleta tirk a faşîst bisekinin, em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin, heta dawiyê li kêleka Hêza xwe QSD' ê li ber xwe bidin. Dewleta tirk a dagirker di bin navê herêma ewle de dixwaze welatê me talan bike. Lê em ê destûrê nedin."
 
Mîtîng bi dirûşma "Bijî berxwedana QSD'ê" û "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.