Rojnameger Kibriye Evren serbest hat berdan
- 15:59 12 Mijdar 2019
- Rojane
AMED - 8'emîn danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren a di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin; îro li Edliyeya Amedê hat dîtin. Rojnameger Kibriye hat tehliyekirin.
Rojnameger Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê li gel 142 kesan hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Îro 8'emîn danişîna doza Kîbriyeyê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Dozger di danişîna 6'emîn de mutaala xwendibû. Dozger di mutaalayê de der barê Rojnameger Kîbriye de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" xwestibû heta 20 salan bê cezakirin. Kîbriye, li dijî mutaalaya dozger a di 18'ê tîrmehê de parastin kiribû û diyar kiribû ku li hemû cihê jin lê hebe qada rojnamegeriyê ye û bi salan e der barê jinan de nûçe çêdikin. Ji ber xebatên rojnamgeriyê dike hatiye girtin.
Dadgehê biryar da ku Kibriye Evren bê tehliyekirin.