Welatiyên Efrînê li hember êrîş û gefan meşiyan

  • 15:30 12 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava welatiyên Efrînê meşiyan.
 
Welatiyên Efrînê yên koçber li Şehbayê dijîn, li hemberî êrîş û gefên dewleta tirk meşiyan. Bi tevlîbûna hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser, meclîsa gundê Babinis, xwendekar û mamosta jî di navê de şêniyên Efrînê meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyên berxwedêran û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Nebin hevkarên dagirkeriya tirk, em dexwaza vegera Efrîneke bi ewle û rizgarkirî dikin” hatin hildan. Meşê ji naverasta gundê Babinsê yê navçeya Fafînê ya  kantona Şehbayê ye dest pê kir heta derketina gund domand. Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê meclîsa gundê Babinisê endamê meclîsa Efrînê Mihemed Ebdo axivî.
 
Li ser navê Kongreya Star Fikret Ebdelo wiha got:"Dewleta tirk hemû cureyên hovitiyê li ser gelê kurd dide meşandin, ji bo tunekirina hêz û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite. Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê li dijî êrîşan bi yek dengî şerê terorê bikin."
 
‘Pêdiviya gelên Sûriyeyê bi gavên pratîk heye’
 
Li ser navê Meclîsa gundê Babinisê daxuyanî ji aliyê mamosta Rojbîn Cûma ve hat xwendin. Rojbîn aloziya navxweyi ya berî heşt salan li nava Sûriyê derketî bibîrxist û wiha domand: “Dewleta tirk her dem destkeftiyên gelê kurd hedef girtiye. 
 
Terora tirkiyê bi lihevkirina hemu hêzên navnetewî li seranserî Sûriyê bi destê çeteyên DAIŞ’ê û komên çekdar ve hat belavkirin. Dewletên ku di milê aborî de destek daye tirkiyê û çeteyên wê weke Qeterê, ji bêdengiya dewletên navnetewî ev yek tê teqezkirin û li hember van kiryaran divê helwesteke navnetewî bê nîşandayîn. Ji bo gelên Sûriyeyê pêkanînên pratîkî divê.”
 
Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Na ji dagirkeriya dewleta tirk re” bi dawî bû.