Di nav 10 mehan de hezar û 12 lêpirsîn

  • 15:24 12 Mijdar 2019
  • Rojane
EDENE - Li gorî rapora têkildarî binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê ya Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, di nav 10 mehan de hezar û 12 lêpirsin hatine vekirin. 
 
Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê têkildarî binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê rapora di navbera 1'ê çile û 1'ê mijdarê de aşkere kir. Komîsyonê rapor li avahiya komeleyê aşkere kir. 
 
Di raporê de hat destnîşan kirin ku di 96 salên Komara Tirkiyeyê de hewldana avakirina mirovên yek tîp berdewam dike û wiha hat gotin: "Di zimanê siyasetê de li dijî ziman, bawerî û rengên cuda bê tehamulî heye. Nifrîn heye. Îro krîza herî muhîm krîza civakî û siyasî ye. 47 dewletên ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) îmze kirine, di navbera salên 1959 û 2018'an de 777 maf îhla kirine. Ji van 777 mafan 321 mafên mirovan li Tirkiyeyê hatine îhlalkirin. Piştî di 20'ê tîrmeha 2016'an de OHAL hat ilankirin, mafên mirovan ên tekakesî û kolektif ku ji aliyê Makeqanûnê ve hatine parastin yek bi yek hatin binpêkirin." 
 
Di rapora ku hatî diyar kirin de qala mayîndekirina OHAL'ê hat kirin û ev tişt hat gotin: "Bi zagona hêjmar 7145'an rejîma OHAL'ê mayinde kirin û bi vê zagonê erk û rayeya Waliyê bajaran zêde kirine. Dîsa bi vê zagonê mafê kes û civakê yê azadiyê bi awayekî keyfî hatiye astengkirin. Li gorî daneyên Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê yê 7'ê mijdara 2019'an, li Tirkiyeyê 115 rojnameger niha girtî ne. Tirkiye di nava 199 welatan de di rêza 163'an de ye. Di serdema OHAL'ê de bi sedan sazî, komele û rêxistinên civakî û sivîl hatin girtin. Saziyên weşanê hatin girtin. Raporên heyî nîşan didin ku li Tirkiye mafê azadî û ramanê hatiye binpêkirin. Di awayekî bê sînor di bin gefê de ye.
 
*Bi hinceta neheqî li serokomar kiriye ji xala TCK-301'an 208 lêpirsîn hatin vekirin. 
 
* Bi hinceta heqaret li Serokomar kirine ji xala TCK 299'an 484 lêpirsîn hatin vekirin. 
 
* Bi hinceta gel teşwîkî nifrînê kiriye tahrîk kirine ji xala TCK a 216'an 193 lêpirsîn hatin vekirin. 
 
* Bi hinceta ji xala 7'an propaganda kiriye 98 lêpirsîn hatin vekirin. 
 
* Konser, şano û şahiyên hunerî bi giştî 4 heb hatin qedexekirin. 
 
* Bi hinceta tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû 25 kesan cezayê pereyan hat birîn.
 
Bi giştî di nava 10 mehan de (300 roj) hezar û 12 lêpirsîn hatin vekirin.