Dewriyaya rûs û tirkan gule reşandin: Nûçegihana JIN TV'yê birîndar bû

  • 14:56 12 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ / HESEKÊ - Sîvîlên li Kobanê dema dewriyeya rûs û tirkan digeriyan bertek nîşan dan. Ji ber ku gel bertek nîşan da gule reşandin. Di encamê de li gorî agahiyan, nûçegihana JIN TV'yê Zozan Berkel Remedan birîndar bû. Li Hesekê jî Nûçegihanê Ronahî Tv Dilyar Cizîrî birîndar bû.
 
Sîvîlên li Kobanê dema dewriyeya rûs û tirkan digeriyan bertek nîşan dan. Ji ber ku gel bertek nîşan da gule reşandin. Di encamê de li gorî agahiyan, nûçegihana JIN TV'yê Zozan Berkel Remedan birîndar bû. Her wiha dewriya artêşa Tirk erebeya televizyona Ronahî TV jî hedef girt, lê encama ne diyar e.
 
Nûçegîhan Dilyar Cizîrî jî li Hesekê birîndar bû
 
Her wiha Nûçegihanê Ronahî Tv Dilyar Cizîrî li Gundê Um-Kêf ya Til Temîrê dema li ser karê xwe bû dewleta tirk bi obîs êrîşî gund kiriye di encamê de birîndar bû.
 
Li gor agahiyên ku hatine girtin Dilyar Cizîrî rakirine nexweşxaneyê.