Li Dêrikê merasîma têkoşerên berxwedana rûmetê hat lidarxistin

  • 14:07 12 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê 5 têkoşerên azadiyê bi merasîmeke girseyî oxir kirin.
 
Şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê 5 tekoşerên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrikî oxir kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin nirxandin hatin kirin.
 
Li ser navê Rêveberiya Xweser Dîlber Yusif sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest û got; “Di pêvajoyên giran de em zarokên xwe yên herî bi nirx oxir dikin. Ji bo hemû gelên bindest şer dikin. Ji bo parêzvaniya welat fedekariya herî mezin dikin û jiyana xwe di ber azadiya gelan de feda dikin.”
 
Piştî axaftinan nasnemeyên tekoşerên azadiyê hatin xwendin û bi tilîlî û  dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.