Ji bo 25'ê Mijdarê li Minbicê civîn tên lidarxistin

  • 12:35 12 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya Minbicê, îro li gundê Eyn Camûs ê ser xeta Til Hozanê ya li başûrê bajarê Minbicê, civînek ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê civînek li dar xist.
 
Bi nêzikbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Meclîsa Jinê ya Minbicê û gundewarên wê, dest bi organîzekirina rêzecivînên pênasekirina 25'ê Mijdarê kir. Ev hemle bi dirûşma "Em ê bi şoreşa jina azad civakeke bê tundî ava bikin", bi rê ve diçe.
 
Di civînê de, bi dehan şêniyên gund û endamên meclîsa jinê beşdar bûn.
 
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêvebirên Meclîsa Jinê Hale El-Hesen axivî û ev roja cîhanî pênase kir, destnîşan kir ku heta niha li dijî jinan her cure tundî tê meşandin.
 
Di civînê de hat destnîşankirin ku îro jî jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve rastî  zulm û tundiyê tên û ji bo vê divê hemû jin bibin yek. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê Îbtîsam Ebdulqadir jî da zanîn ku tundiya li ser jinê dewam dike û ji bo ev bi dawî bibe divê her xebat û çalakî bên kirin.
 
Tê payîn Meclîsa Jinê di nava 7 rojan de bê navber, rêzecivînên pênasekirina 25'ê Mijdarê bidomîne.