Rojnameger Rûken Demîr hat binçavkirin
- 10:07 12 Mijdar 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Polîsan nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Ruken Demîr, serê sibê li malê binçav kirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Ruken Demîr a li navçeya Konaka Îzmirê de girtin û binçav kirin. Polîsan saet di 06.00'an de bi ser malê de girt û lêgerîn kirin. Piştî legerînê, bi îdîaya der barê wê de biryara girtinê heye binçav kirin.
Polîsan telefon û kompiturên li malê jî desteser kirin. Der barê Demîr de heta 24 saetan biryara veşartina dosyayê stendin. Demîr, birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Îzmirê.