Hunermend Awar Xan: Divê hewildanên dagirkeriyê bi dawî bibe

  • 09:21 12 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Hunermend Awar Xan ku cihê xwe di nava şandeya ji Başûrê Kurdistanê hat Rojava de girtiye got: “Dewleta tirk a dagirker mafê mirovan binpê dike.Divê hewildanên dagirkeriyê bi dawî bibe.”
 
Hunermend Awar Xan di nava Şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê hat û serdana Rojavayê Kurdistanê kir de cihê xwe girt. Di nava şandeyê de 21 jinî cihê xwe girt. Awarê got:"Dewleta tirk bi êrîş û kiryarên ku kiriye sûcên mezin kiriye. Divê ji ber vê yekê bê cezakirin.”
 
‘Vegera Serêkaniyê daxwaza wan e’
 
Awarê wiha got: “Pêwist e sûcê qetilkrin û koçberkiriya zarok û jinan ji dewleta tirk bê pirsîn. Divê cîhan bêdeng nemîne û li dijî van kiryaran helwesta xwe nîşan bide. Koçberkirina sivîlan sûcekî mirovî ye. Di serdana me ya li nava koçberan de hovîtiya dewleta tirk hat diyarkirin ku çawa welatiyan ji mala wan koçber dikin. Rewşa koçberan di xeteriyê de ye, ji ber ku ber bi zivstanê ve diçin, zarok nexweş dikevin.”
 
Awarê wiha bi dawî kir: “Li gel ku koçber di dibistanan de dijîn û derfetên rojane yên jiyanî gelek kêm in jî, daxwaza wan ne alîkarî ye. Daxwaza wan vegera ser axa xwe ya Serêkaniyê ye. Ev jî nîşaneya girêdana wan a bi xakê ve dide diyarkirin.”
 
Awarê bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku xwedî li koçberan derkevin û wan paşguh nekin.