‘Di 25’ê Mijdarê de em ê li dijî şer li qadan bin’

  • 09:13 12 Mijdar 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek zêde dibin. Ji Piştevaniya Mor Jale Eren wiha got: “Em her tim li dijî şer in. Em li cem jinên wir in.’ Ji Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê (DAD) Nîhal Akyildiz jî got ev şer şerê hêzên emperyalist e.
 
Aktîvîsta Piştevaniya Mor, Jale Eren da zanîn ku şerê li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê bi armanca berjewendiya dewletên emperyalîst hatiye derxistin û got: “Jin û zarok hatin qetilkirin. Rastî tacîz û tecawizê hatin. Em ê di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin. Em wek Piştevaniya Mor wê têkoşîna xwe her tim bidomînin. Em ji şer re dibêjin ‘na’. Em aştiyê dixwazin. Ewil êrîşê dijinan dikin. Dixwazin ewil jinan dîl bigirin ku hemû civakê dîl bigirin. Lê em jin tu car serî natewînin. Em her tim li dijî şer in.Em ligel jinên wir in.”
 
‘Em li dijî şer in’
 
Endama Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê, Îçîm Uzun jî got ew wek komeleyeke kuv li dijî şîdetê têdikoşin, li dijî şer in û wiha got: “Pratîkên tolgirtinê yên mêran li Bosna û Sirbistanê hat jiyîn. Di paşeroja me de jî heye. Em bûn şahid ku jinên ji Sûriyeyê hatin, hatin firotin û wek hêwiyê dan mêrên kal. Divê jinên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin aştiyê. Divê em li cem jinan cih bigirin.”
 
Jina bi navê Bahriye Mantici jî got ew di rêxistinbûna Jin bi Hev re Xurtin a Îzmîrê de cih digire û got mêr şer derdixin û herî zêde jî jin zirarê dibînin, divê jin serî hildin.
 
Ji Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê Nîhal Akyildiz jî wiha got: “Dewletên emperyal dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve bi teşe bikin. Tevî ku mafê Tirkiyeyê tune jî hemû gelan dixe nav şer. Xespkirina herêma Kurdistanê tenê ji bo petrolê ye. Şer qadên binpêkirina nû derdixin holê. An jî çi karê DYA, Fransa û Rûsyayê li wir heye. Ev şer şerê hêzên emperyal e.”
 
Maîle Ariç jî destnîşan kir ku divê rojeva sereke ya jinan a 25’ê mijdarê şer be û got peywira jinan eku li dijî şerê ku bandorê li jin û zarokan dike bisekinin.