Li şaredariya Mêrdînê çi tê jiyîn?

  • 09:12 12 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Kesê bi navê M.A.I yê di MARSU ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de dixebite, bi hinceta sayaça avê bixwîne,l i mala ku çûbûyê, li hember jinekê êrîşa zayendî pêk anî. Malbata ku bûyer bihîst çû qerekolê û gilî kir.
 
Mêrê bi navê M.A .I yê di Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebitî, ji bo kontrola sayaca avê çû malekê û hat hînbûn ku li wê malê li hember jinekê êrîşa zayendî pêk aniye. Malbata jinê, piştî bûyera îstîsmara zayendî serlêdana sûc kir.
 
Malbatê êrîşa zayendî derxist holê
 
Li ser giliyê malbatê, bûyer çû darazê û xwegî handin girtekê eminiyetê. Di girtekan de ev tişt cih girt:
 
“Li navçeya Artuklu mêrê bi navê M.A yê di îdareya MARSU de dixebitî, ji bo kontola sayacê diçe malekê û bûyer di 31’ê cotmehê de tê jiyîn. Jina ciwan a bi navê N.E ya 19 salî ku tenê li malê bû û sê sal bû dermankirina derûnî dibîne. M.A li derî dixe û piştî sayacê kontrol dike û dibêje ‘ev der sar e, ez dikarim bêm hundir?’ û li hundir diçe mutbexê kaniyê kontrol dike. Şîdeta fîzîkî dike û êrîşê jinê dike. Jin piştre M.A ji malê derdixe. Ji malbata xwe re dibêje û malbat jî li Emniyeta Artukliyê gilî dike.
 
Di îfadeyên hatin dayîn de, hat diyarkirin ku gumanbarê îstîsmarê M.A.I piştî ji malê derdikeve, kelepçeyê li sayaca avê ya malbatê dixe.
Piştî îfadeyan û giliyê malbatê, hat hînbûn ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.