'Komîn bingeha civakê ye'

  • 09:03 12 Mijdar 2019
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di kar û xebatê komînê de cihê xwe digirin gotin: "Pêwistiya civakê yek jî komînê û îro pergala komînê li Rojavayê Kurdistanê rûniştiye û xwe bi rêve dibe. Çi pêwistiyên me hebin em bi rêya komînan çareser dikin." 
 
Ji ber êrîşan şêniyên Efrînê neçar man warê xwe derkevin û li herêma Şehbayê bi cih bibin. Şêniyên Efrînê tevî zor û zehmatiyên giran tu carî dest ji berxwedanê bernedan û bi derfetên xwe hewl dan jiyana komînal  û demokratîk ava bikin. Ruxmê ewqas êrîşan a herî zêde encama xebatan derket pêş komîn bû. Niha jî gel li ser pergala komînal xwe bi rêve dibin. Têkîldarê kar û xebatê komînê jinên gundê Halîsa ya girêdayî Kantona Şehbayê dijîn nirxandin kirin. 
 
'Em alîkariya hev dikin'
 
Hevseroka komîna gundê Halîsa, Hacer Mihemed balkişand li ser pergala komînê û wiha pêde çû: "Em serê sibêhê komîn vedikin, planê xwe çêdikin û li gor beşan derdikevin kar. Karê ku em dikin serdana gel, guhdarkirina pirsgirêkên gel, çareserkirina pirsgirêkan û pêwistiyên gel bi cîh tînin. Herî zêde jî em li ser perwerde kirina gel disekinin. Em di hemû aliyan de dixwazin civaka me bi zane be, ji bo wê çi perwer, çi pirskirêk be em li ser disekinin û rêka çareseriyê peyda dikin. Hemû derfetên ku dikeve di destê me de em dinirxînin."
 
'Komîn pirsgirêkên heyî zû çareser dike'
 
Endama beşa tenduristiyê ya komîna gundê, Ruşîn Cawîş têkîldarê komînê wiha got: "Tenduristî jî beşek komînê ye. Em jî di aliyê tenduristiyê de çi nexweşî û pêwistiyên gel hebin em alikarî didin. Di hemû karan de komîn xwe bi rêve dibe, pirsgirêkên heyî jî zû çareser dibe. Em jî wek bijîşk çi pêwistiya gel hebe em amadene. Tevî zirûfên kêm em hemû karên xwe bi rêve dibin." 
 
'Komîn civakê perwerde dike'
 
Rengîn Elî jî karê komînê wiha nirxand: "Komîn bingeha civakê ye, dema gel bi perwerdekiribe hemû karê civakî bi rêve diçe. Komîn îro li gundê me bi erkê xwe radibe û hemû pêdiviyên gel pêk tîne. Serdana gel dikin û çareseriyê ji pirsgirêkan re nîşan didin. Herî girîng ji bo civak xwe li ser piyan bigire perwerde dikin."
 
'Em desthilatdariyê red dikin'
 
Nûriyê Hiso jî derbarê karê komînê de wiha got: "Pêwistiya civakê yek jî komînê û îro pergala komînê li Rojavayê Kurdistanê rûniştiye û xwe bi rêve dibe. Pêwistiya civakê çibe komîn yek ser dest davêje û cihê çareseriyê nîşan dide. Îro jî em çi dijîn ango çi pêwistiyên me hebe em bi rêka komînan çareser dikin. Pergala me bi awayek baş dimeşê. Ji ber sistema me li gor demokrasiyê dimeşê, dijmin vê yekê napejirînê û dixwaze desthilatdariya xwe li ser me ferz bike. Em jî desthilatdariyê red dikin û dibêjin gel xwe bi xwe dikare rêve bibe."