Melek Hisên: Dixwazin hêviya gelan bişkînin

  • 09:02 12 Mijdar 2019
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Hevşaredara Şehbayê Melek Hisên êrîşên dewleta tirk nirxand û got: “Ya ku tê armanc kirin netewa demokratîk a ku pêşengtiya jinê dike, hêzên navnetewî bûn yek û êrîşê projeya netewa demokratîk kirin. Dixwezin wê projê tune bikin.”
 
Di dîroka 9’ Cotmehê de dewleta tirk êrîşê li ser Rojava bi hevkariya hêzên navnetewî zindîkir û bi çekên qedexekirî bi hinceta xilaskirina teroran êrîşî gelê sivîl dike. Di derbarê vê yekê de Hevseroka Şaredariyê ya kantona Şehba û Efrîn Melek Hisên nirxandin ji ajansa me re kir.
 
‘Serî li her cure qirêjiyê didin’
 
Melek di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi taybetî dixwezin Gelê Kurd tune bikin, lê belê tiştekî li vir bîrkirine heye DAIŞ’ê ya ku cîhan jê di tirsiya bila ji bîrnekin Gelê Kurd ew binxistin li hemberî wan têkoşîn dan meşandin. Kurd ne kurdên berê ne. Bexdadî pênç kilometre nêzî sînorê tirkan hat dîtin ev jî nîşan dide ku Erdogan babê DAIŞ’ê ye. Ne tenê em dibêjin, hemû Cîhan dizane ku Erdogan babê DAIŞ’ê ye. Armanca wan pêkanîna Împratoriya Osmaniyane. Îslama radîkalve dixweze wê yekê bicerîbînin.”
 
Melek di dirêjiya gotinên xwe de bal kişand ser van xalan: “Serî li her cure komplo, teror, qirêjiyê didin, dixweze herderê dagir bike. Êrîşa 9’ê Cotmehê çêbûye ji komploya navnetewî ne qute dirêjiya komployê ye. Netewa Demokratîk a ku di pêşengiya jin de pêk tê, her wiha bahara gelan ku bi şoreşa Rojava ve dest pêkirine tê armanc kirin.”
 
‘Em ê li ser şopa Barîn û Hevrînan tekoşînê bimeşînin’
 
Melek qala êrîşên 9’ê Cotmehê dike û dibêje: “Dixwezin hêviya gelan bişkinîn. Lewra serî hemû cureyên dijmirovahiyê didin, çekên qedexekirî li hemberî gel bi kar tînin. Duh li Efrînê Barîn Kobanê îro li Cizîrê Hevrîn Xelef bi cenazeyê wan tê leyistin. Bi awayekî hovane êrîş dikin, bi wî awayî zihniyeta xwe careke din ber çavê cîhanê nîşandan. Wek jinên Şehba li hemberî Erdoganê faşîst em ê heta dawiyê li berxwe bidin, êrîşên wî bi tundî şermezar dikin.”
 
Melek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em soz didin ku li giştî Suriyê û Rojava em ê Erdogan û zihniyeta wî tune bikin, em ê heta nefesa xwe a dawiyê li ser şopa Barîn û Hevrînan tekoşîna xwe bidin meşandin, em ê serê xwe ji tu êrîş û dagirkeriyê re netewînin. Ez dibêjim ey Erdoganê faşist ey qatîlê zarokan ey dijminê jin, bijî têkoşîna jin, bimire zihniyeta Erdogan.”