Li Kobanê merasîm: Em hêza xwe ji şervanên xwe digirin

  • 17:48 11 Mijdar 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kobanê îro bi meresîmeke girseyî  3 şehîdên berxwedana rûmetê li Goristana Şehîd Dicle Kobanê spartin axê.
 
Şêniyên Kobanê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêxistina Kongra Star, sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser ên Kobanê ku hatin gel hev bi merasîmeke girseyî cenazeyê Botan Remedan (Tekûşer Rojava), Zeynep Kaçar (Rêvan Çinar) û Ehmed Ebid Elrehman (Rodî Reqa) ên ku di berxwedana Rûmetê de jiyana xwe ji dest dan, bi meresîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dicle Kobanê spartin axê. Her wiha di meresîmê de nasnameya du şervanên YPJ’ê Bêrîvan Mustefa (Hesret Kobanê) û Esmer Hemo (Peyman Kobanê) jî  hatin eşkere kirin.
 
Di meresîmê de ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê Hisên El-Şêx û li ser navê Rêxistina Kongreya Star Litfiye Suleyman axavîn,  ji malbatên şehîdan re sersaxî xwastin û wiha gotin: "Em nahêlin dewleta tirk careke din axa me ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye rizgarkirin dagir bike. Dewleta tirk di bin navê avakirina herêma ewle de derbasî herêmên Rojhilat û Bakurê Sûriyê bû. Bi çekên qedexekirî êrîşî gelê herêmê kir hemû dewlet li dijîvan êrîşan bê deng man. Şervanên me ji bo parastina gelê herêmê xwe kirin mertal û xwe fedayî vî welatî kirin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin, pişta me gel û şervanên QSD’ê ne."
 
‘Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin’
 
Piştre li ser navê malbata şehîd Tekoşer Xelîl Can, li ser navê malbata şehîd Rodî Cemîl Eloş û li ser navê malbata şehîd Peyman dayîka wê axivîn û wiha gotin: “Bi hêz û îradeya gelê herêmê em li hember dewleta duyemîn a endamê NATO’yê têkoşînê dikin. Em wek malbatên şehîdan sal bi sal sozên xwe bi gel û şehîdên xwe re nû dikin. Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”
 
Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên her 5 lehengên berxwedana rûmetê radestî malbatên wan kirin. Piştre jî cenazeyên 3 şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tilêliyên dayîkan spartin axê.