Şandeya Başûr û Kongreya Star daxuyanî dan
- 15:36 11 Mijdar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê serdana Kongreya Star a Kantona Hesekê kir daxuyaniyek da.
Ji Başûrê Kurdistanê şandeyek ku 21 kes tê de cih digirin û ji rêxistinên mafê mirovan, saziyên jin û rêxistinên siyasî pêk dihat ji bo serdanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Îro serdana navenda Kongreya Star a Kantona Hesekê kirin, her wiha civînek li dar xirtin. Paşê daxuyanî li ber navenda Kongreya Star a Kantona Hesekê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Azadiya Kurdistan Wicdan Nûr Dîn, Rojnemenûs Jino Mihemed, Rêvberiya Yekîtiya jinên Sûriyan Siham Qeryo û Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wekî îradeya jinan êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Serdana me ya ji bo Rojava ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ye. Mînaka Berxwedana Rûmetê Şehîd Hevrîn Xelef e. Em jî wekî jinên Rojava û Başûr em ê bi yekîtiya xwe van êrîşan bi bin bixin.
‘Yekîtiya jinan dê dijmin têk bibe!
Dewleta tirk û komên girêdayî wê agirbest binpê kirin û êrîşî gudewarê Til Temirê kirin. Ji ber ku Til Temir cihekî stratîjîk e. Ya girîng jî dixwazin mozayîka gelan a ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser hatiye avakirin hedef bikin û bin bixin. Em wekî jinên Kurd, Aşûr, Suryan û Ereb em ê rê nedin van komkujiyan.
Em bang li tevahî jinên cihanê dikin ku xwedî li deskeftiyê jinan derkevin û bi yekîtiya xwe jinên Rojava biparêzin.
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî yekîtiya jinan" û "Bijî berxwedan" bi dawî bû .
Paşî şandeyê serdana dibistana Sead Bin Ebî Weqas kir û li rewşa koçberan û daxwazê wan guhdar kirin.