TJK-E dê di 25’ê Mijdarê de ji bo Rojava dadikevin qadan

  • 15:15 11 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bi minasebeta 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got: "Dê xwedî li Berxwedana Rojava derkevin. Em ê xweparastina jinan xurt bikin.”
 
Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Hemberî Jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku jinên Kurd û jinên cîhanê dê kampanyaya ‘Womend Defend Rojava’ di 25’ê Mijdarê de derxînin asta herî jor. 
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin: “Em jinên Kurd li ser bîranîna xwişkên Mîrabel 25’ê Mijdarê ji rojeke sembolîk derdixînin. Em bi cesaret û biryardariya xwe li Rojava, Bakurê Kurdistanê, Emerîkaya Latîn, Esya û Ewropayê mil didin jinên berxwedêr.
 
Di sedsala 21’emîn de me jinên Êzidî dît ên ku li bazaran dihatin firotin û ji bo azadkirina wan jinên Êzidî xwe çawa birêxistin dikirin. Em bûn şahidên têkoşîna jinan ên ku li Şengal, Reqa û Kobanê û Dêra Zorê DAÎŞ têk birin. Jin li Rojava li her derê pêşengiya veguherîna civakî û polîtîk dike. Me alternatîfên jinan ên di warê siyaset, ekonomî, xweparastin, perwerdehî, çand û ekolojiyê de dît. Me dît ku jinên gelên cihê li Rojava çawa şoreş ava kirin û ji bo parastina şoreşê çawa şehîd bûn.
 
Serdestên mêr divê baş bizanibin ku wê pêşveçûna sedsala jinan neyê astengkirin. Em jinên Kurd û jinên cîhanê em ê kampanyaya ‘Womend Defend Rojava’ di 25’ê Mijdarê de derxînin asta herî jor. Em ê bi çalakî û berxwedana xwe ber bi zimanên jinan ve biçin.”