Li Êlihê jinan girtiyên jin re kart şandin

  • 14:14 11 Mijdar 2019
  • Rojane
ÊLIH - Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê di çarçoveya bernameyên 25'ê Mijdarê de girtiyên jin re kart şandin. 
 
Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê ya Navneteweyî de kart ji girtiyên jin re şandin. 
 
Hevşaredara Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz, cigira hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulcemal Erdînç, aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata û gelek jin li ber postaxaneya navendî ya Êlihê kom bûn. Li ber postexaneyê Gulcemal Erdînç daxuyaniyek da û diyar kir ku dê li dijî şîdetê her tim dê di nav têkoşînê de bin. 
 
Piştî daxuyaniyê girtiyên jin re kart hat şandin.