Ciwanan li Ranyayê standa boykota malên tirkiyeyê vekirin

  • 12:03 11 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Gencanî Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan yên Tekoşer li Ranyayê bi armanca boykotkirina malên Tirkîyeyê stand vekirin.
 
Kampanyaya boykotkirina malên Tirkîyeyê li Başûrê Kurdistanê her diçe berfirehtir dibe. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Gencanî Welatparêz û Rêxistina Jinên Welatparêz yên Têkoşer li navçeya Silêmaniyê Ranyayê standa boykotkirina malên Tirkîyeyê vekirin.
 
Têkildarî vekirina standê endamê Rêxistina Gencanî Welatparêz Başûr Soran axivî û diyar kir ku armanca vekirina standê mezinkirina boykotkirina malên Tirkîyeyê ye. Soran wiha got; “Divê gelê me di vê mijarê de hestyar be. Kirrîna her tiştekî Tirkîyeyê wê xizmetê ji aboriya dijmin re bike. Em pê gelek kêfxweş in ku xelkê me tiştên xwemalî dikirrin.”