Ew ê hevserokên şaredariyê îro bînin edliyeyê
- 10:28 11 Mijdar 2019
- Rojane
WAN - Ew ê îro Hevserokên Şaredariya Rêya Armûşê yên Wanê Şehsade Kurt û Azim Yacan ên ku çend roj berê hatin binçavkirin, bînin edliyeyê.
Di 8'ê Mijdarê de di encama serdegirtina malan de Hevserokên Şaredariya Rêya Armûşê yên Wanê Şehsade Kurt û Azim Yacan hatibûn binçavkirin. Hevşaredarên ku îfadeya wan a li Muduriyeta Emniyetê îro bi dawî bû ew ê bînin edliyeyê.
Hevserokên ku bi îdiya "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin ew ê îro bînin edliyeyê.