Jinên Reqayê dahata pembo ji bo Rojava veqetandin
- 10:09 11 Mijdar 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 33 endamên Rêveberiya Jinan a gundewarê Reqayê qezenciyên berhemên mewsimê pembo ya 10 doniman, pêşkêşî koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojava kirin.
Piştî hefteyek ji kar di 10 doniman de, jinan karê xwe xilas kir û daxuyanî dan. Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a El-Kerame Elîsar El-Xelef daxuyanî xwend.
El-Kerame Elîsar teqez kir ku ew ji bo alîkariya koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bikin dest bi vê xebetê kirine. Şêniyên wan herêman ji ber topbarana dewleta tirk a dagirker li dijî malên wan neçarî koçberiyê bûn.
El-Kerame Elîsar bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe pêk bînin û tavahiya şêwazên destekê ji wan re pêşkêş bikin, bi taybet jî demsala zivistanê li ber derî ye û zehmetiyên koçberan zêdetir dike.