Ferha: Em ê di riya xwe ya mafdar de berdewam bikin

  • 09:13 11 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Ferha Akbulut ku bi salane di nava têkoşîna Kurd de ye û sê caran hatiye girtin, bi dehan lêpirsîn lê hatiye vekirin û daxuyakirin ku li dijî zextan, wê di têkoşîna xwe ya mafdar de berdewam bikin.
 
Li herêmê Kurd û jin her tim di hedefa polîtîkayên zextê de bûn. Li navçeya Qoser a Mêrdînê Ferha Akbulut a 63 salî , ji ber têkoşîna demokrasiyê bi dehan carî hatiye binçavkirin û girtin. Ferhanê diyar kir ku tevî polîtîkayên qirêj û zextan tu car serî netewandiye û wê di riya xwe de bimeşe.
 
‘3 caran hatim girtin bi dehan dosyayên min hene’
 
Ferhayê wiha got: “Bi salane di riya xwe ya mafdar de têdikoşim. Sê caran hatim girtin. Di 2003, di 2007’an de, di 2010’an de hatim girtin. Herî dawî dosyayek ji endamtiya rêxistinê amade kirin û ceza xwestin. Lê dosya ket. Bi sedan dosyayên me hene. Niha jî dosyayên cuda amade dikin. Niha 30 lêpirsînên min hene. Min gelek îşkenceyên fîzîkî û derûnî dîtin.”
 
Ferhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû Kurd rastî îşkence û zextan tên. Me gelek tişt dîtin. Lê em ji tu tiştekî natirsin. Me tu carî şûnde gav navêt. Ez niha 60 salî me, çi dibe bila bibe şûnde gavê navêjim. Em heta dawî ligel wan e. Divê zextên li ser Kurdan bi dawî bin. Tu kes nikare îradeya me bişkîne.”