Jinên Efrînê: Efrîn Cizîr e, Cizîr jî Efrîn e û têkoşîn berdewam e

  • 09:02 11 Mijdar 2019
  • Rojane
Fîdan Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Kantona Şehbayê dimînnin piştgiriya xwe ji berxwedana Rûmetê nîşandan û gotin: “Em ê ji bo têkbirina dagirkeriyê û faşîzmê her li ser piyan bin û berxwedana xwe bi hev re bidomînin. Efrîn Cizîr e, Cizîr jî Efrîn e.”
 
Di 9’ê Cotmehê 2019’an de dewleta tirk bi çekên giran û yên qedexe êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Tişta ku li Efrînê kirin îro li Rojhilatê Firatê dubare dikin, lê berxwedan û piştgiriya gel li dijî dagirkeriyê her wê bidome. Têkildarî mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe bi me re parvekirin.
 
‘Îro tevahî kurd ji bo azadiyê li ser piyan e’
 
Fatimê Muhemed a ku berxwedana xwe li kantona Şehbayê berdewam dike got: “Mana me li Şehbayê ji bo vegera Efrînê ye. Em piştgiriya berxwedana bakur û Rojihilatê Sûriyê dikin, ji ber ku kurd hemû yek in. Kurd ne kurdên berê ne, tevahî kurd li ser piya ne ji bo bi mafê xwe bijîn. Ji bo azadiya xwe em ê her li ser piyan bin. Em xwe ji êrîşên îmbroatriya Osmanî ya nû diparêzin.”
 
‘Em bi çalakiyên xwe piştgiriyê didin Berxwedana Rûmetê’
 
Feyze Hemze jî hêrsa xwe bi van gotinan anî ziman: “Em berxwedana Rûmetê silav dikin, dema li Efrînê em di berxwedanê de bûn, şêniyên Cizîrê piştgirî dan me û bi me re bûn alîkar. Îro jî em dixwazin piştgiriyê bidin Cizîrê û berxwedana Rûmetê. Ji ber ku rê û derfet tune ye em nikarin biçin gel wan, em ê li vir bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin  Berxwedana Rûmetê. Em gelê kurd hemû bi hev re ne serkeftin a me ye û têkçûn wê ya Eerdogan be.”
 
‘Efrîn Cizîr e, Cizîr jî Efrîn e’
 
Bedriye Muhemed helwesta xwe li hember êrîşên Erdogan nîşan da û ev tişt got: “Dewleta tirk dewletek zalim e li hember Efrînê hemû cure çekên giran bi kar anîn, dîsa jî gel serî netewand. Wan bi darê zorê em koçber kirin, niha jî berê xwe didin Rojhilatê Firatê, ji bo ku wir jî dagir bikin. Lê baweriya me bi hêza me heye û em ji dagirkeriyê natirsin. Efrîn cizîr e, Cizîr jî Efrîn e. Em di bin çadiran û xaniyên hilweşiyayê  de bi Berxwedana Rûmetê re ne.”
 
‘Armanca me Kurdistanek azad e’
 
Emîne Elî jî piştgiriya Berxwedana Rûmetê kir û wiha bilêv kir: “Em li Şehbayê cihê xwe di her çalakiyekê de digirin. Ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê. Em pekrewanên xwe jî bi serbilindî oxir dikin û xewinên wan li erdê nahêlin. Dema êrîşên li ser Efrînê şêniyên Cızîrê piştgirî dan me, em ê jî piştgiriyê bidin wan û bi  hev re bi ser bikevin. Em ê her di nava çalakî û berxwedanê de bin heta em dighêjin armanca xwe ya Kurdistanek azad û rizgarkirî.”