ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2019'AN
- 09:00 11 Mijdar 2019
- Rojev
*Li Tirkiyeyê penêrê Gravyer tenê li gundê Bogatepeyê tê hilbirandin û ev penêr ji aliyê jinan ve bi ked û xebateke mezin tê çêkirin. Hilbirînera penêrê gravyer Zumran Omur diyar kir ku ew ji hemû cîhanê re hilbirîna penêr dikin û got ku ger mirov bixwaze her qadên jiyanê, qadên hilbirînê ne. BI DÎMEN
*Jinên Efrînê yên li Kantona Şehbayê dimînnin piştgiriya xwe ji berxwedana Rûmetê nîşandan û gotin: “Em ê ji bo têkbirina dagirkeriyê û faşîzmê her li ser piyan bin û berxwedana xwe bi hev re bidomînin. Efrîn Cizîr e, Cizîr jî Efrîn e.” DÎMEN HEYE
*Endamên Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê bertek nîşanê tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Rêya Armûşê û binçavkirina hevşaredaran da û gotin: “Hevşaredarên me li cem gel bûn. Tayînkirina qeyûman ji bo pêşî li xizmeta gel bê girtinê bû. Em qeyûm nas nakin. Bila hevşaredarên me bên berdan.DÎMEN HEYE
*Ferhan Akbulut ku bi salane di nava têkoşîna Kurd de ye û sê caran hatiye girtin, bi dehan lêpirsîn lê hatiye vekirin û daxuyakirin ku li dijî zextan, wê di têkoşîna xwe ya mafdar de berdewam bikin.DÎMEN HEYE
*Seroka Sedîkaya Dadgeran Ayşe Sarisu Pehlîvan biryarên darazê yên di dozan de nirxand û got: "Piştî darbeyê, gelek dozger girtin şûna kesên ji peywirê hatine girtin. Dema em bifikirin ku perwerdehiyên stajê tune ye, dadger, dozgerên bê tecrube ji hev cuda biryaran didin. Ji ber vê jî encamên cuda dikarin derkevin holê."
*Êş û zehmetiyên jinên koçber ên Serêkaniyê her ku diçe zêdetir dibin. Fatima Salih a ku yek ji jinên koçber e dibêje: "Ez ducanî me, eger zaroka min tiştek pê werê dewleta tirk û civaka navneteweyî berpirsiyar in."
*Weqfeya Jina Aazad a Bajarê Hesekê navendek tenduristiyê ji bo koçberên Serêkaniyê vekir.DÎMEN HEYE