Taybet Şenses a têkoşera mafên jinan jiyana xwe ji dest da

  • 17:48 10 Mijdar 2019
  • Rojane
ÊLIH - Taybet Şenses a ku bi salên dirêj têkoşîna mafên jinê da ji ber penceşêra memikan jiyana xwe ji dest da.
 
Taybet Şenses a ku di Lijneya Rêveberiyê ya DÎSK/Genel- Îş'ê de cih digirt  jiyana xwe ji dest da. Taybet a ku demek dirêj bû tedawiya penceşêra memikan didît duh serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Herwiha Taybetê bi salan di Platforma Jinan a Êlihê de jî cih girtibû.
 
Cenazeyê Taybetê li Êlihê ji aliyê hevalên wê yên jin ên têkoşînê ve hat definkirin. Şîna Taybetê li taxa Bahçelî evlerê li Mala Şînê ya Kudretê ye.